Li Kurdistanê divê hikûmet ji bona guhertina li Sûriyeyê jî bi lez ava bibe…
Li Herêma Federe ya Kurdistantanê di 20-ê Cotmeha 2024-an de hilbijartin di atmosfereke demokratîk û aramî û aşitî de hat li darxistin.Gelek kes û grûp û rêxistinên nexêrxwaz li bendê bûn ku gelek bûyerên nexweş di hilbijartinê de biqewimin. Heta beşek nexêrxwazan jî dixwestin ku di hilbijartina giştî de bûyerên neweş û pevçûn derkevin, hilbijartin serkeftî nebe û li Kurdistanê kaos çêbibe. Lê helwesta hêzên ewlekarî û partiyên dilsoz yên Kurdistanê û biberpirsiyarî tevgerandina Kurdistaniyan rê neda ku daxwazên nexêrxwazan çêbibe û li Kurdistanê kaos çêbibe.Encamên hilbijartinê hemû Kurdên li dinyayê û li çar beşên Kurdistanê kêfxweş kir. Lewra di encama hilbijartinê de partiya hebûna Herêma Federe ya Kurdistanê bi xûrtî diparêze û Herêma Federe ya Kurdistanê pêş dixe û ji bona ku jiyaneke xweş û baş ji Kurdistaniyan ava bibe xebat dike, qezenç kir.Nexêrxwazên Kurdistanê jî, ji vê encama hilbijartinê gelek nerehet bûn û ew jî diyar kirin. **Nêrîn û helwestên ne xweş yên di qempenyaya partiyên siyasî yên hilbijartina giştî de diyar dikir, kir ku nexweşî û astengî û nexêrxwazî dê piştî hilbijartinê jî dom bikin.Hezar mixabin ew tespîta nexweş piştî hilbijartinê dema xebatê ji bona avakirina Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir, rast derket. Bi taybetî jî YNKê bi helwesta xwe ya ne hiqûqî û ne demokratîk di avakirina Hikûmeta Kurdistanê de astengî nîşan da. Ji partiya zêde deng girtiye û xwediyê zêdetir parlamentêran e PDKê re ji bona ku Hikûmetê ava bike rêz negirt. Wê jî her çiqas ne heqê wê be jî, ji bona hikûmet ava bike, dest bi danûstandina kir.Loma jî ew helwesta bûye sedem ku hîn Hikûmeta Kurdistanê ava nebe.Ev li Kurdistaniyan neheqiyeke mezin e.Ev li hemberî Kurdistaniyan bê pirsiyarîtî ye.Ev li dijî Hebûna Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Ev pêşî li çareserkirina pirsgirêkên stratejîk yên hûndir û derva digre.Lê tê zanîn ku ji bona Hikûmeta Kurdistanê ava bibe hewildaneke xûrt bi berpirsiyarî û demokratîk û pirreng û pirrdeng dom dike. ***Lê divê li Kurdistanê Hikûmet bi lez ava bibe. Ev yêka ji bona çareserkirina pirsgirêkên hûndir û derve, pirsgirêkên siyasî û aborî, pirsgirêkên di nav Herêma Federe ya Kurdistanê ya Hikûmeta Federal de, pirsgirêkên Kerkukê û herêmên din yên ji dervayî desthilatdarîya Kurdistanê bê çareser kirin; pêşî li destwerdanên derve bê girtin, rêxistinên terorîst yên wek PKKê û Haşdi Şabî bi rêya hiqûqê û ewlekariyê bên tasfiye kirin, pêwîst e.Di heman dem de bi lez avabûna Hikûmeta Kurdistanê, ji bona guhertinên stratejîk yên li Sûriyeyê jî pewîst e.Li Sûriyeyê çi gûhertin pêk hatin û ji bona van guhertinan çima Hikûmeta Kurdistanê?1-Li Sûriyeyê Rejîma Faşîst û Mezhebî ya Baasê ya 61 salan û dîktatoriya Esatan ya 53 salan têk çû û hat rûxandin.2-Hêzên Mixalefetê (rikberan) bi alîkariya Dewleta Tirk zora Rejîma Faşîst û Mezhebî ya Baasê birin. Bûn desthilatdar.3-Di Rûxandin û têkçûna Dîktatoriya Baasê de Hêzên Mixalefetê û Dewleta Tirk û ji Kurdan ENKSê qezenç kir. Lewra ENKS ji bona Rejîma Baasê bê rûxandin di nav têkoşînê de bû. Bi mixalefetê re jî têkildar bû û di nav hevkarı de bû.PKK/PYDê hevalbenda Rejîma Baasê bû û Rejîma Baasê, Kurdistan, radestî PKK/PYDê kiribû. Dîktaroriya Li Kurdistanê herduyan bi hev re dîktatorî meşandin û li Kurdistaniyan zûlim kirin.4-Qezenca ENKSê di hemandem de qezenca Herêma Federe ya Kurdistanê û Serok Barzanî ye. Lewra Hikûmeta Kurdistanê û Serokê Kurdistanê bi xurtî piştgirê ENKSê bûn. Bi 100 hezaran Kurd jî li welatê xwe bi cîwar kirin.Loma jî Hêzên Mixalefetê û nûha ku desthilat in jî, ji Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî re bi nameyekê sipasiya xwe pêşkêş kirin.Dewletên Rojhelata Navîn û Ewrûpayê jî rola Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî gelek aşkere dibînin. Loma jî, ji bona ku hêzên Kurdistanê yekîtiyekê çê bikin, koalîsyana Ewrûpayî bi Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî re danûstandin kirin.5-Rejîma Baasê, Rûsyayê, Îranê, PKK/PYDê wenda kir. Lewra PKK/PYDê hevalbendên Rejîma Baasê û Iran û Rûsya û Emerîka bûn.6-Dewleta Sûriyeyê dê jinûve ava bibe. Di avabûna Sûriyeyê de rola Kurdan jî divê bibe. Ew jî bi yekgirtina neteweya Kurd û Kurdistanê û hêzên Kurdistanê pêk tê.Hezar mixabin nûha Rojavayê Kurdistanê bi destê PKK/PYDê bûye “Bakurê Sûriyeyê”. Li bajarên Kurdistanê Ereb bûne piranî. Çekdariya PKK/PYDê bû sedem ku gelek herêm ji aliyê Dewleta Tirk ve bên îşgal kirin. Di pêşerojê de jî ev xeteriya dikare zêde bibe.Li Rojavayê Kurdistanê bêçekbûna PKK/PYDê û ji PKKê rizgar bûn, dikare bibe sedem ku Dewleta Tirk divê ji Herêmên Kurdistanê dest berde. Ew jî ji bona yekîtiya Kurdistanê û neteweya Kurd bibe bingeheke stratejîk.Hîç şik tune ye di avakirina Sûriyeyê de terefbûna Kurdan, di çêkirina makezagona nû de terefbûna kurdan, maf qezençkirina kurdan li tevaya Sûriyeyê de Hikûmeta Kurdistanê dikare bibe alîkar. Serok Barzanî dikare bibe alîkar û ceribandin xwe pêşkêşî terefa Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike. Hemû Kurdên Dinyayê û Çar Par.eyên Kurdistanê jî li benda vê hêviyê ne.
Îbrahîm GUÇLU
Diyarbekîr,