Gotar

Li Iraqê û li Kurdistanê: Li hemberî PKKê pêwîstiya serwerîyê pêk tê…

02/09/2024

Îbrahîm GUÇLU

Kurdperwer û siyasetvan Bakurê Kurdistanê, ji kurdperwer û siyasetvanên beşên din xwediyê cûdayeke mezin in.

Kurdperwer û siyasetvanên Başûrê û Rojhelatê û Rojavayê Kurdistanê, beriya ku bibin siyasetvan kurdperwer in û bi awayekî xurt û kur bi çand û dîroka Kurd û Kurdistanê re girêdayî bûn.

Siyasetvanên Bakurê Kurdistanê piştî salên 60î zêdetir bi îdeolojiya çep re girêdayî bûn. Loma jî li bûyeran bi çavên Kurd û Kurdistanê meze nekirin kirin ji bona zehmet bû û carna jî mimkun nebû. Yanî hişmendiya kurdperwer û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê ji siyasetvan-kurdperwerên beşên din cûda ye.

Kurdperwer û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê nûha jı bi giştî, bi çavekî îdeolojîk bûyerên tên qewimandin meze dikin û bi bi hişmendiya îdeolojiyê bûyeran şirove dikin.

Li Bakurê Kurdistanê fanatik û hevalbendên PKKê bi 45-50 sal in ku xirabiyên PKKê li Bakurê Kurdistanê dikin fahm nakin, an jî fahm dikin lê dîsa wan xirabiyan diparêzin.

Fanatîk û hevalbendên PKKê fahm nekirin ku PKKê ne rêxistineke Kurd û Kurdistanê ye, loma xirabiyan li Bakûrê Kurdistanê pêk tîne.

Fanatîk û hevalbendên PKK, xirabiyên PKKê li beşên din dike û bi taybetî xirabiya li Başurê û Rojavayê Kurdistanê dike jî fahm nakin, bi her awayî piştgiriya xirabiya PKKê dikin.

Wan fahm nekirin ku PKKê çima li beşên din yên Kurdistanê ye.

Dîsa wan fahm nekirin ku PKKê li beşên din ne xwediyê maf e ku destwerdana kar û xebat û siyaset û rêvebiriya wan beşan bike.

Dîsa wan fahm nekirin ku mafê PKKê tune ye ku li beşên din xwe bi rêxistin bike.

Dîsa wan fahm nekir ku çima PKKê li dijî rêxistinên beşên Kurdistanê şer dike.

Dîsa wan fahm nekir ku PKKê li beşên din yên Kurdistanê ne xwediyê desthilatdariyê.

Dîsa wan fahm nekir ku PKKê çima dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike û partiyên li Başurê Kurdistanê rewa qebûl nake û serokên Başurê Kurdistanê dijmin qebûl dike.

Çima gundên Başurê Kurdistanê dagir kiriye û ji gundiyan xeraç digre û zarokên gundiyan direvîne.

Bi hêzên tarî û bi Haşdî Şabî û bi Iranê ve hevalbendî dike û ji dewletên kolonyalist re taşeronî dike û çima şerê wekaletê dimeşîne.

Loma jî hebûna PKKê bi çek û bi îdiaya desthilatdarî û rêxistinên Kurdistanê djmin dîtin û şer kirin; xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê rewa û heq û pêwîst dibinin.

Ji bona vê yekê jî helwesta nûha ya Dewleta Federe Ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê, Tîfaqa Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Tirk fahm nakin Loma ji bona xeteriyê PKKê di qewimîne de Hikûmeta Federe ya Kurdistanê û PDKê de sûcdar dikin.

Helwesta fanatik û hevalbendên PKKê gelek xwezayî û tê fahm kirin. Pirsgirêke mezin ew e ku beşekî mezin kurdperwer û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê jî bûyerên li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê diqewinin an fahm nakin û an jî bi perspektifa PKKê ya li dijî Kurd û Dewleta Federe ya Kurdistanê fahm dikin û şirove dikin. Bi vê helwestê xizmetî siyaseta PKKê ya dijmin ji Kurd û Kurdistanê re dikin. Hikûmeta Federe ya Kurdistanê û bi taybateî jî PDKê û Tevgera Barzaniyan tewanbar dikin.

Ji bona vê yekê rastî çi ye ez dixwazim careke din radestî kurdperwer û siyasetvan û raya giştî ya Bakurê Kurdistanê bikim.

1-PDKê di destpêkê de PKKê wek rêxistineke Kurdistanê qebûl kir, pê re tîfaq çêkir. PKKê encama wê tîfaqê, li Başurê Kurdistanê cîwar bû. Lê piştî demekê bû dijminê PDKê û hemû hêzên li Başûrê Kurdistanê. Plan kir ku hemû berpirsiyarên PDKê li Behdînanê bikûje. Lê endamekî navendî ya PKKê ev plana deşifre kir. PDKê pêşiya wê qetlîamê girt.

2-PKKê, di salên 80yî de li Başûrê Kurdistanê di herêma rizgarkirî ya Behdînanê de endam û berpirsiyarên Partiya Komunîst ya Iraqê û Rêxistina Rizgarîxwaz ya Kurdistanê (Baska Sosyalîst ya KUKê) kuşt.

3-PKKê bi Rejîma Baasê re hevdîtin kir. Bû taşerona Rejîma Baasê ya Iraqê. Li ser navê Rejîma Faşîst ya Baasê êrîşî rêxistinên Kurdistanê kir.

Gelek gundên Kurdistanê Baasê radestî PKKê kir. Ew gundan û pişt re bi dehan gundên Kurd ketin bin zûlm û zorbatiya PKKê.

4-PKKê dema ku Herêma Azad ya Kurdistanê di bin kontrola Emerîka û şerîkê wî yên Ewrûpayê de bû, 4 dewletên kolonyalist nedikarin şerê Hikûmeta Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê bike, PKKê li ser navên wan şerê wekaletê meşand. Bû sedem ku bi hezaran pêşmerge û ciwanên Kurdistanê bên kuştin.

5-PKK dema ku Rejîma Baasê di 2003-an de hat rûxandin jî, jiyana xwe çekdarî û terorî û êrişkerî û dagirkerî domand. Ew pêvajoya bi dagirkeriya Şengalê û zûlma li wır tê kirin, hat qonaxeke gelek xeter.

PKKê bi Haşdî Şabî û bi Îranê ve ji bona Herêma Federe ya Kurdistanê bû xetereke mezin.

&&&&&

Lê derket holê ku PKKê bes ne ji bona Kurdistanê, ji bona serwerî û desthilatdariya Dewleta Federal ya Iraqê jî xeter e.

Lê Dewleta Iraqê heta ku Dewleta Tirk zor neda wan, wan dengên xwe dernexistin. Li hemberî karên PKKê yên rûxandina Dewleta Federe ya Kurdistanê bê deng ma, wezîfaya xwe wek dewletek federal cîbicî nekir..

Di çend mehan dawî de helwesta Dewleta Federal ya Iraqê hat guhertin. Hikûmeta Federal ya Iraqê biryar da kû PKKê rêxistineke ne hiqûqî ye. Karên wê ji derveyî hiqûqê ne. Loma jî 3 rêxistinên bi PKKê re girêdayî ne, ne qanûnî îlan kir. Pêşiya xebata wan girt. Malên wan müsadere kir. Yanî dest danî ser.

Di heman dem de bi Dewleta Tirk re jî Peyman û tîfaq çêkirin ku li Iraqê du navendên leşkeri yên operesyonelî ava bikin. Di wê de jî gav hat avêtin.

Diyar e ku Dewleta Federal ya Iraqê bi Dewleta Tirk re operasyonan dimeşînin.

Hîç şik tune ye ku dewletek serweriya xwe bi hêza xwe ya qanûnî dimeşîne. Li derveyî hêzên fermî yên dewletên hêzên din ne qanûnî ne. Di heman dem de ji bona serweriya dewletekê jî xeter e. Loma PKKê û hemû hêzên din yên ne fermî û ne hiqûqî û bi taybetî wek PKKê biyanî û dagirker ji bona Dewleta Federe ya Iraqê jî xeter in.

Dewleta Iraqê ji bona serweriya xwe û otoriteya xwe ya siyasî ava bike, hiqûqê desthilatdar bike vê yekê dike.

Dewleta Federe ya Kurdistanê jî beşek ji Dewleta Federal ya Iraqê ye. Divê biryara Dewleta Federal ji aliye Dewleta Federe ya Kurdistanê ve jî pêk bê.

Loma divê siyasetvan û kurdperwerên Bakurê Kurdistanê bizanin ku Dewleta Federal ya Iraqê ji bona serweriya xwe û ji bona sîstema xwe ya hiqûqî biparêze, ji bona ku hêzên ji derveyî hiqûqê yên ne qanûnî ne, çekdar û terorîst in, ji bona ku tasfiye bike tîfaqa xwe ya Dewleta Tirk dimeşîne.

PKKê jî rêxistine ne qanûnî ye loma divê tasfiye bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button