Break newsRaportslide
Li Hesekê navendeke kompyuteran bi rêveberiya 3 jinan hate vekirin
Yekîtî Media 1/8/2017
Li bajarê Hesekê, roja yekşemê 30 tîrmehê, rêxistina Aşna ya ciwanan navendeke çakkirina kompyuteran bi rêveberiya 3 jinan vekir, ku yekemîn navende li bajarê Hesekê jin tê de kar dikin.
Sîmav Mio yek ji jinan ji Yekîtî Media re ragihand, ku ew ji vî karî hez dike, û wan xuleke fêrkirina çakkirina kompyuteran bidawî kiriye.
Ev navend berhema projeyekî bû ku rêxistina Aşna ya ciwanan bi hevrêziyê ligel rêxistina Şar ya geşepêdanê bicîkirin.