
Break newsRaportslide
Li Dêrikê bîranîna koçbûna gorbuhiştî Hesen Mîrza hat vejandin
Yekîtî Media 14/9/2016
Roja yekşemê 11ê êlûnê, rêxistina Dêrikê ya partiya Yekîtî ya Kurd bîranîna yekem ya koçbûna dawî ya gorbuhiştî Hesen Ebdilqadir Mîrza Bavê Edîb li bajarê Dêrikê vejand.
Şanda encûmena xwecihî ya ENKSê li Dêrikê beşdarî merasîmên vejandinê bû, ligel malbata gorbuhiştî û endamên rêxistina Dêrikê ya Partiya Yekîtî.
Tê zanîn ku gorbuhiştî Hesen Mîrza ji sala 2003 an tevlî refên partiya Yekîtî bû û xebata xwe ya netewî brdewam kir di hundirê partiyê de ta koça dawî.