
Break newsRaportslide
Li bajarokê Çilaxa semînarek li ser kembera Erebî
Yekîtî Media 26/6/2016
Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS ê li bajarokê Çilaxa semînarek bi boneya derbasbûna 42 salan li ser çespandina pirojeyê kembera Erebî li bargeha xwecihiyê lidarxist.
Endamên xwecihiya ENKS ê li Çilaxa Elî Ferso û Emîn Şernexî û Mihemed Şerîf Berhek semînar pêşkêşkirin.
Tê zanîn ku kembera Erebî di sala 1974 an de ji bal rêjîma Esed bi biryara 521 hat çespandin bi dirêjahiya 375 km û panaya 10 – 15 km, ku erdên kurdan li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê ji wan standin û dan Erebin ji herdû parêzgehên Helebê û Reqayê anîn herêma Cezîrê bu guhertinek dîmografî çêbikin.