Kurdan 100 Salîya Komkujîya Xwe Pîroz Kir
Nûrî Çelîk
Komara Tirkiyê li ser bingeha hebûn û tunebûna Kurdan ava bû. Komara Tirkiyê doh jî bi hevkarî û desteka Kurdan li ser lingan ma, îro jî bi desteka Kurdan li ser lingan e. Nîvê nifûsa Tirkiyê Kurd in. Heger ne ji Kurdan bûya îro komarek bi navê Komara Tirkiyê tunebû. Komara Tirkiyê, bi îmze û fermana M.K.Ataturk bidehên komkujîyan dijî Kurdan pêk anîn û bidehên hezaran Kurd kuştin. Komkujiya Zîlanê, Komkujiya Dersimê, Komkujiya Zînî ya Ezircanê, Komkujiya 33 an, Komkujiya Mereşê, Komkujiya Licê, Komkujiya Geverê, Komkuyiya Basa ya Şirnexê, Komkujiya Roboskîyê, komkujiyên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û bajarên din, hinek ji wan komkujiyan in.
Komara Tirkiyê ji van komkujiyên fîzîkî wêdetir, komkujiya herî mezin bi asîmîlasyonê li Kurdan kiriye. Koçberî û nefîkirina Kurdan ji xwe bi serê xwe komkujiyek e. Yanî, Komara Tirkiyê di her qada jiyanê de komkujî li Kurdan kiriye û îro jî ew komkujî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam in.
Baş e, piştî hevqas komkujî, jenosîd û kuştinan, çima gelek ji Kurdan Komara Tirkiyê wek komara xwe dibînin û 100 saliya wê pîroz dikin? Min gelek caran di nivîsên berê de jî anîbû ser zimên, nexwendin û tênegihiştina dîrokê meriv kor û bêhiş dike. Yek ji sedemên ku Kurd ewqasî ji rastiya xwe dûr dikevin, nexwendina dîrokê ye. Helbet yên ku dîrokê dixwînin û di zanebûna komkujiyên Komara Tirkiyê de ne jî pir in. Ewên ku di Meclîsa Komara Tirkiyê de ne, ewên ku di nav refên partîyên dewletê de ne baş dizanin. Lê mijara me bi giştî li ser helwesta piraniya Kurdan e.
Gelek ji Kurdên Bakur Komara Tirkiyê wek komara xwe dibînin û lê xwedî derdikevin. Piraniya wekîlên Kurd ên di Meclîsa Komara Tirkiyê de ji bo berjewendiyên xwe tê de ne û lê xwedî derdikevin. Gava serkêş û rêvebirên dezgeh û partiyên ku li ser navê Kurdan komarê biparêzin, helbet meriv zêde nikare ji Kurdên nexwende û dîroknezan gazindan jî bike. Rewşa civakî, herêmî, gerdûnî, aborî û berjewendî perde avêtiye ser çavê Kurdan dîrok bi wan daye jibîrkirin. Bêhêvîtî û bêtaqatî ew mecbûr hiştine ku bi çarenûs û qedera xwe razî bibin û xwe bavêjin tor û bextê Komara Tirkiyê. Wek kesê ku têkeve behrê û ji bo azadiya canê xwe destê xwe bavêje mêr (mar). Wilo li serê Kurdên Bakur hatiye.
Heta vir me fêhm kir.
Lê sosretek din jî heye ku ew jî helwesta rayedarên Başûrê Kurdistanê ye.
Serok û rayedarên Başûrê Kurdistanê beşdarî pîrozkirina 100 saliya Komara Tirkiyê bûn û paste jêkirin, şêranî xwarin. Helbet dîplomasî tiştekî din e, dîplomasî dibe û divê bibe jî. Ji bo parastina berjewendiyên xwe meriv dikare bi şeytên re jî bide û bistîne û dîplomasiyê bike. Lê gava li pêş çavê dinyayê tu rabî di sedsaliya komara ku qira Kurdan aniye pasteyan jêkî û wek ku komara te bî tu pîroz bikî, helwestek beloq û ne xweş e. Bi taybet ji bo gelek Kurdên Bakur û alîgirên partiyên ku neyartiya wan dikin, bû derfeta antîpropagandayek pir baş. Wek gelek caran, vê carê jî rayedarên Başûrê Kurdistanê derfeta antîpropagandayê da destê gelekan û bi vê yekê dîsa bivir li lingê xwe xistin.
Werhasilî kelam, dibêjin heta min xwe nas kir, min emir derbas kir.
Xuyaye heta em Kurd xwe nas bikin, ne tenê temen û emir, dibe ku em xwe jî xelas bikin.