KULA DİLÊ KURDAN…!
Nûrî Çelîk
Li Rojavayê Kurdistanê baş an xirab, bi dilê me yan bêdilî me, em jê hez bikin an nekin, PKKî bin an nebin, îro statuyek hatiye bidestxistin û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk desthilatdarîya wê statuyê dike. Çawa ku başûrî xwe wek parçeyek ji xaka Iraqê dibînin (her çiqasî federasyon bin, xwedî al, parlemento û artêşekê bin jî), HSD jî xwe wek parçeyek ji xaka Sûrîyê dibîne û li gor wê siyasetê dike. Belkî jî şert û şirûtên herêmê û cîhanê vê yekê pêwist dike. Lê statuyek heye, destkeftinek heye û çawa ku em destkeftîyên li Başûr diparêzin û xwedî lê derdikevin, divê em xwedî li statuya Rojava û destkeftinên wê jî derkevin.
Rojava, ji qewla HSD û PKK ve Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, îro di navbera Amerîka, Îsraîl, PKK (Qendîl-Îran) û Tirkîyê de bûye armanc û hedefek stratejîk û herkes qozê xwe li ser Rojava dilîze. Ji bo çarçekirin û têkbirina Sûrîyê û şikandina per û baskên Îranê (çeteyên bi Îranê ve girêdayî), Rojava û HSD ji Amerîka û Îsraîlê re pêwîst e. Ji bo yekparçeyîya Sûrîyê û xurtbûna destê Îranê, Rojava û HSD ji PKK û Generalên Qendîlê re pêwîst û girîng e. Dîsa ji bo yekparçeyîya Sûrîyê û rêlibergirtina Kurdistanek federal yan serbixwe, Rojava û têkbirina HSD ji bo Tirkîyê pêwist û girîng e. Yanî, di şer û nakokîyên Rojhilata Navîn de Rojava navendek ji navendên pirsgirêk û çareserîyê tê dîtin. Ji ber vê, herkes, her alî, dixwaze Rojava li gor berjewendîyên xwe bi kar bîne û xwedî lê derkeve yan jî dijayetîya wê bike.
Tirsa ku Rojava jî wek Başûr bibe herêmek serbixwe û di pêşerojê de ji Sûrîyê cuda bibe, û pê ve girêdayî tirsa ku Rojava û Başûr bibin yek beş, xew li rêvebirên Tirkîyê herimandiye. Evê tirs û xofa ku îro derûnîya wan tevlihev kiriye, hiştiye ku di ser Devlet Bahçelî re û bi heman gotin û çîrokên bêhnpêketî Kurdan dîsa wek rizgarîxwazên Tirkîyê bi kar bînin û xwe ji parçebûnê bisitirînin.
Tirkîye bi sala ye bi mahneya PKK êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û di sînorên Kurdistanê de baregeh û xaka xwe berfireh û saxlemtir dike. Bi êrîş û kiryarên xwe dixwaze hem destkeftîyên Başûr û Rojava tengtir bike, û hem jî wan neçarî hikûmeta Bexda û Şamê bike. Yanî, wan ji çap bixe û wan neçar bike ku serî li ber siyaset û daxwazên Bexda û Şamê bitewînin. Li Başûr heta bi radeyekê ev pêk hatiye û qedera Kurdan ketiye destê Hikûmeta Bexdayê. Bexda li gor qîma xwe mûçeyan dişîne yan naşîne, demografîya Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe û Ereban diguherîne. Lê ji ber tevlihevîya Rojava û jarbûna desthilatdarîya rejîma Beşar Esed, rewş û pêşeroja Rojava û HSD ne kifş e û ev jî ji Tirkîyê re wek metirsîyek mezin tê dîtin. Sedema ku Tirkîye berê xwe û giranîya hêza xwe dide Rojava yek jê jî ev e.
Hatina Donald Trump û daxuyanîyên rayedarên Îsraîlê her çiqasî Kurdan wek hevkar hevpeymanên wan didin nîşandan jî, tu misogerîyek ji bo pêşeroja Rojava naxuye. Lê Rojava û HSD aktorek in û heger Amerîka, Îsraîl û HSD bi rastî jî hevpeymanîyek pêbawer saz bikin, bi şertê ku PKK desttêwerdanan di nav de neke, wê ev yek bandorê li çarenûsa hemû beşên Kurdistanê bike.
Bi kurt û Kurmancî; Divê bi çavê berjewendîyên partîtîyê yan dijberîya filan û bêvan partîyê em nêzîkî meselê nebin. Ji bo xêra Kurdan û ji bo bidestxistina statuya her parçeyî çi bê kirin divê bê destekkirin û xwedî lê bê derketin. Ya girîng ne desthilatdarîya filan û bêvan partîyê, lê berjewendî û pêşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Bi kêmasî û xeletîyên xwe, bi şaşî û rastîyên xwe, divê Rojava bi tenê nemîne. Tenêman û tenêhiştin dibe sebeba hemû şaşî û xeletîyan wesselam…