
Konferansa Rojava aqûbeta Kurdên Bakur
Nûrî Çelîk
Rojavayê Kurdistanê û tevgera wê di dîroka miletê Kurd de xwedîyê cîhekî taybet e. Kurdên Rojava ji damezirandina PDKS (1957) û heta îro bê rawestan (li gor şert û mercên xwe) tekoşîn dane, hatine girtin, hatine kujtin, derbeder û koçber bûne, bê nasname û bê maf hatine hiştin. Lê dîsa jî radest nebûne û li gor derfetên xwe xebata xwe domandine. Ne tenê ev, Kurdên Rojava xizmeta herî mezin ji pêşdebirin û paraztina çand û zimanê Kurdî re kirine, nemir û lehengên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Nûreddîn Zaza, Namî, Hesen Hişyar, Bêbuhar ( Yûsiv Berazî) û bi dehan nivîskarên din, yên wek Mihemed Şêxo, Saîd Ûsiv, Saîd Gabarî, Mahmûd Ezîz, Mihemed Elî Şakir, Avdilqadir Silêman, Rifetê Darî, Faris Bavê Fîraz, Seleh Resûl û bi dehan hunermendên nûjen û jêhatî xistine bin xizmeta miletê Kurd. Ne tenê ev jî, keç û jinên xwe, xort û mêrên xwe xistine bin xizmeta şoreşê û ji bo paraztina xaka xwe bi hezaran cangorî dane. Bi taybet keç û jinên Rojava, bi berxwedan û fedakarîya xwe, hem di qada navxweyî û hem jî di qada navdewletî de bûne sembola serbilindî xîretkêşîya Kurdan. Ji ber van û gelek sedemên din, her çiqasî Rojava brayê piçûk û parçeyê piçûk ê Kurdistanê be jî, bi berxwedan û tekoşîna xwe ji hemû Kurdan re ketiye şûna brayê mezin. Divê em vê ked û tekoşîna wan, bedel, xîretkêşî, fedakarî û feraseta wan ji bîr nekin.
Rojavayê Kurdistanê di bin zextek mezin a Tirkîyê de ye. Ji bo li Rojava Kurd nebin xwedî statu hewldanên gelek dijwar hatin dan, hîn jî tên dan. Bi taybet Tirkîye çi bi rêya DAÎŞ û çeteyên din be, çi jî îro bi rêya Ahmed el Şara (Colanî) be, xwest destkeftîyên Kurdên Rojava têk bibe û îro jî di nav wê hewldanê de ye. Çawa ku dixwaze PKK bê qeyd û şert teslîm bibe û çekên xwe deyne, heman tiştî îro ji Hêzên Sûrîyeya Demokratîk û YPG jî dixwaze. Hemû hewldan û bangên Devlet Bahçelî, Erdogan û Ocalan ji bo vê yekê, ji ber vê tirsê bû. Tirsa ku Kurdên Rojava jî wek Kurdistana Başûr bibin xwedî statu û di pêşerojê de Kurdên Bakur jî doza heman statuyê bikin. Lê şert û şirûtên herêmê, ji bo selamet û pêşeroja dewleta Îsraîlê, plan û projeyên Amerîka, Îsraîl û hêzên hevpeyman, pêwistî bi guhertina herêmê heye û misogerîya vê guhertinê jî bêguman Kurd in. Misogerîya pêşeroja Îsraîlê û berjewendîyên dewletên Rojava, û hetta çarenûsa Sûrîyê bi xwe jî bi Kurdan ve girêdayî ye. Yekrêzîya Sûrîyê bi naskirin û misogerkirina mafên Kurdan (federasyon jî tê de) ve girêdayî ye û bi vê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdên Rojava ev yek carek din eşkere bû.
Piştî hefte û mehan, konferansa ku Kurd ku bi çar çavan li bendê bûn, di 26.04.2025an de li Qamişlo li dar ket. Di konferansê de gelek tiştên erênî derketin pêş. Yek jê ev bû ku sirûda Netewî Ey Raqîb hat xwendin. Ya duduyan, Ala Rengîn li kêleka Ala Mahabadê (Rojhilat), Ala Rojava (Kesk û Sor û Zer) û Ala KCK (yanî Bakur) Kesk û Stêrk hat daliqandin. Bi vê yekê carek din dupat bû ku Kurdistan 4 parçe ye û wê her parçeyek bibe xwedîyê alayek cuda. Ji ber Kurdistanek serbixwe û yekgirtî tuneye, alayek yekgirtî jî çênabe û halîhazir ya herî maqûl jî ev e ku her parçeyek xwedîyê ala xwe be. Ya sisêyan, Serokê HSD General Mazlûm Ebdî bi cil û bergên pêşmerge derket ser dikê û berî her tiştî spasîya Mesûd Barzanî kir. Ya çaran, konferans bi serpereştî û giranîya 3 partîyan (PDK, YNK, PKK (PYD Û ENKS) hat lidarxistin. Heyeta DEMê jî wek mêvan beşdar bû. Û ya herî girîng jî, di encamname û xalên hevbeş de qelek daxwazên maqûl hatine qebûlkirin ku yek ji wan jî federasyon e. 11-12 madeyên ku li ser hatine lihevkirin û daxwazên ku ji Hikûmeta Şamê hatine xwestin ji bo Rojava û Kurdên Rojava daxwazên herî maqûl û aqlêselîm in.
Li vir bûyerek ku divê Partîyên Bakurî (ewên ku ji xwe re dibêjin Kurdistanî û şûr simbêlê wan nabire) carek din zelal û eşkere bû. Carek din dupat bû ku heger mirov ne bi hêz be, dost û dijmin jî mirov cidî nagire. Bi konferansa Rojavayê Kurdistanê dîsa eşkere bû ku ji derveyî PKK û partîyên wê (wek DEM û PHD) tu kes partîyên din cidî nagire û bi qasî pîvazekê jî qîmetê nade wan. Heger ji derveyî PKK û DEMê partîyek yan partîyên xurt û bihêz hebûna, wê ew jî ji bo konferansa Rojava bihatina vexwendin, bihatina pêşwazîkirin û bi dîtin û pêşniyazên xwe belkî karîbûna di stendina biryarên konferansê de rola xwe bilîztina. Carek din xuya bû ku bi gotinên qelew û girover, bi quretî û pozbilindî, bi daxuyanî û komxebatên medyatîk, bi ezezî û partîtîya nepartîtî serkeftin nabe û kesek meriv naxe şûna zilaman jî. Wek dibêjin, kî li meydana şer be, xwedîyê dozê jî ew in.
Werhasilî kelam, wek hemû Kurdan bi Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdên Rojava ez jî kêfxweş û dilşa bûm. Hêvîdarim ev yekrêzî û yekhelwesta Kurdên Rojava xirab nebe, têk neçe, neyê têkbirin û brayên me yên Rojava rojek berî rojekê bigihên mafên xwe.
Silav ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdên Rojava re!
Û aqûbet li serê Kurdên Bakur û partîyên wan be….