Kiye Xudiyê Malê
Adilê Evdile
Di sala 1946 an de Ferensî ji nav xaka welatê Sûrî vekişiyan, piştî dagirkirina 27 salan, lê komek ji pirsgirêk û alûzî li pey xwe hiştin, bê çareserî, ew rûberê xaka Sûrî ku ji 185000 k.m çar goşe pêktê, li ser wê rûberê gelek netew, ol û rê ol dijîn, lê ne feransîzan û ne yên ku di pey wan re hatin û bûn desthilat ew alûzî û kêşeyan çareser kirkin, û herî rewşên xerab serê xwe hildan, dema partiyên şofonist û regezperest bûn desthilat, wek Besî û Nasirî, li ser textê Sûriya yê rûniştin, dane ber çavên xwe erebkirin û bişaftina gelên Sûrî, Ev karên xerab û ne rewa, roj bi roj û sal bisal alûzî û kêşeyên tevlîhev li pey xwe tanîn, çare jî li ber desthilatan û rêberan ew bûn: Girtin, lêdan û zindankirina gelên Sûrî, ta ev incamên zor û xerab li pey xwe anîn, em di vê rojê de dibînin û dîdarin li ser herivandina, roxandin, talankirin welatê xwe,ز Dîsa yê ku her li çarê û çaksaziyê digera û dilê wî bi ser welatê Sûrî û gelên wêve ye, kurdin, kurd di xwazin welatekî dîmuqrat ava bikin, ji hemî gelên Sûrî re, ku mafên her kesî parastî be, li gorî yasayên nêv dewletî, lê di vê dema dawî de çend partiyên kurdan li hev rûniştin sebaret giftugoyan de, ji bo dîtina çareyekê, û danîna pîlanên avakirinê, mixabin, erebên regezperest û şofonist weke Gurên har didanên xwe qîç kirin, pencên xwe tûj kirin, dikirin qîr û hawar: Vaye Israîla didiwan li ser xaka me tê sazkirin, di kêmî mehekê de, sê sazî hatin avakirin, bi hezarên pencemoran wajo kirin, bi eşkere dibêjin: Ev xak û welat hemî yên ereba ne, û yê bêje ez ne Erebim, divê ji mere bibe kole, heger tevaya gelên Sûrî li hev nerûnin, û hevdû pesend nekin, û nebawerbin ku ev welat yê hemiya ne, wê hemî têk biçin, û kesek bi ser nakeve.
Rojnameya Yekîtî 276