Gotar

GELO Dİ KONFERANSA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DE DERBARÊ WEKALETA PKK/PYD YA REJÎMA BAASÊ DE ÇI HAT KIRIN?

DI DAXUYANIYA KONFERANSA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DE tê gotin ku “di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar li Şamê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kir, û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir, û bi mîlyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin, û her çend gelê Sûriyeyê ji bo hilweşandina wê rêjîmê û bidawîkirina zordariya wê, û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîdan dan. Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîn kir, da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya niştimanî ve girê da ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyê.”

Ev tespîtan aliyê rastiyeke Rojavayê Kurdistanê diyar dike û aliye din diyar nake.

Aliyên din çi ne?

1-PKK/PYD di destpêke de dema Kurdan û rûxistinên Kurdistanê ji bona ku REJÎMA DÎKTATORÎ A BAASÊ bê rûxandin, Sûriye bibe dewleteke demokratî, pirrpartîtî, parlamenterî û fedral, têkoşîn meşandin,

PKK/PYD ji REJÎMA Faşîst a BAASê re piştgirî kir, li dijî rêxistinên Kurdistanê şer meşand.

2-Rejîma Faşîst a Baasê ji bona ku li hemberî mixalefetê û kurdan şer bike, Rojavaya Kurdistanê teslîmî PKK/PYDê kir.

PKK/PYDê wekaleta faşîzma baasê kir û dîktatoriya dualî ava kirin. Li gelê Kurd zûlmeke mezin kirin.

3-PKK/PYDê destur neda ku rêxistinên Kurdistanê xebatên xwe bimeşînin. Berpirsiyar û endamên wan hatin hepis kirin, zûlim li wan hat kirin, hatin girtin û hatin kûştin.

4-Zarok revandin. Hîn jî tê revandin. Kurd kuştin. Hîn sîyasiyên girtî hene.

PKK/PYDê 14 salan gelek kar û barên din yên xirab kirine û ew bûne mijara hezaran nivîsan.

Gelo Konferansê lêpirsîn û mihasebeye Rejîmê kiriyê. Ji bona wekîlê rejîmê PKK/PYD çi hat kirin?

Ibrahim Guçlu

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button