Gotar

Gelo cudaxwazî, tawane an mafe?

Pênaseya tevgerên cudaxwaz çi ye?

Li gorî pênaseya Wikipedia :
Separatîzim – cudaxwaziye.
Wehaye:
‎) Tevgerên siyasî û gelerîne ku ji dewletek an pêkhateyek dinin û serxwebûna xwe dixwazin, ji bo ku pêkhateyek an dewletek neteweyî, olî an etnîkî ava bikin, di encama siyaseta çewsandin û paşguhkirina ji dewletê li dijî neteweyekê din . Ev rewş di sedsala bîstan de tundiya wan zêde bû.

Lê li gorî Yekititiya Netewan jêre tê gotin :
Mafê çarenûsî;
Mafê çarenûsî di hiqûqa navneteweyî de tê wê wateyê ku mirov an nifûsa xwecihî şiyana dayîna biryardana şêwazê desthilatdariya ku ew dixwazin û awayê bidestxistina wê bi azadî û bêyî destwerdanên derve diyar dikin.
Bi gotineke din: mafê her netewakê heye ku ew biriyara / çareya pêşeroja xwe bide.

Li gorî vê yekê, mirov dikare bibêje ku mafê çarenûsî bi dû hawan/ bi dû rengan diyar dibê:
Ya yekem, doza gelên ku di bin dagirkeriyê de ne, li gorî vê , mafê wan e ku ji dagirkeriya biyanî an jî cudakariya nijadî xilas/ azad bibin û xwe îdare bikin.
Ya duyem: rewşa hindikayiyan e ku ji aliyê dewletê ve rastî çewsandin an cudakariya nijadî ya sîstematîk tên.

Ger em vê pênaseyê ji bo gelê Kurd bi kar bînin,
Em dibînin ku Kurd xwedî taybetmendî, alav û kevneşopiyên xwe yên netewî û çandî ne.
Ev gel sed sal zêdetir e hêzên xwe amade dike û kar û xebat dike bo serxwebûna xwe .

Sedema ku gelê kurd daxwaza veqetandinê dike ev e: wek ku di pênaseyê de tê gotin, rastî çewisandinên neteweyî û nijadperestî tê. her wiha nasnameya vî gelî ji holê radikin û bi rê û rêbazên curbecur vê yekê dikin .

Welatên ku Kurdistan kirine bin destên xwe gelek metod an û rêbaz bi kar anîne ji bo i çewsandina netewa kurd. Gelek rêkar bêk anîne wek : ji hêza leşkerî ta Ol û ta partiyên çep jî ji bo ku Kurdan wek netew wêran bikin û hinekan li ser riya kar û xebata neteweyî badin. Di nav vî karî de Partiyên komunîst ên li Tirkiye, Iraq û Sûriyê Îranê jî gelek xebitîne.
Gelê Kurd, weke ku dîrok diyar dike ku
xwedî taybetmendiyên xwe ye …
Erdnîgariya/ cografiya Kurdistanê taybet e û yekitiya
xwe ya ciosiyasîan sînor diyare
Di destpêka sedsala borî û piştî wê de axa kurdan li gorî berjewendiyên dewletên mezin hat parvekirin ûn
Welatne nû saz kirin weke Sûriye, Tirkiye, Îraq û Îranê bi vî awaî ev dewletana bi vê parçebûnê ve girêdayî man. Lê mixabin netewa kurd di nav de bê par ma. .
.
Gelê kurd di van sed salê dawiyê de kar û xebateke mezin dikê bo bidestxistina mafê dewlet bûnê.

Di dozên însanî an di civakê de dema ciwanek ji malbata xwe biderdikrvê yan jî mêr ji jina xwe qut dibe, ew bidure hev dikevin , ev rewşeke xwezayî û yasayî ye û wek sûc nayê nîşandan, ev mafê.
Weke ku Serok Mesûd Barzanî got: Eger em wek birayên di malêkêde nikanin bi hev re bijîn , bila em cîranên hev û du ên baş bin.
.
Aşkeriye ku hemu tevger, saziyên li van 5 welatan hene, ji tundrewiya olî bigire ta Pêşverûyen wan , hemû jî piştgiriya mafên gelê Kurd bo azadî û serxwebûnê re nakin.
Ji blî hinek kesayetî û zana li vir û li wir, ku piştgirîya mafên kurdan yên azadî û serxwebûnê dikin.
Diyare ku ev dewletana bi hevre bi şev û roj dixebitin
Li dijî azadiya kurdan û ji Azadîxeaxên kurdan re dibêjin «cudaxwazên kurdan «ku wek tawanek diyar dikin.
z.
Gelo ev daxwaza veqetandinê sûcekî Kurdan e ku li dijî dewleta dagirker û mêtinkar e.
e.
Diyare ku Kurd nikare bi van metodan û siyasetan û rengên rêjîman û tund û tûjiyê qebûl bike.

Di van salên dawî de şerê li gelê kurd dijwar tir bu ye, kurd tên asîmile kirin , mafê wî çandî tê qedexekirin û kurd tên dersînokirin..
bi her cure şerê netewa kurd tê kirin.

. Lê têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê mezin tir bûye, fedakariyên xwe dike, lê dibe ku aloziyên li dora doza kurd bi destxistina vî mafî dereng bixe.
Sedem jî evin:
Hevkariya her çar welatên desthelatdar di nav xwe de li dijî Kurdan
Berjewendiyên welatên cîhanê yên bi bandor li gel wan welatan ku ta îro li dijî berjewendiyên Kurdan e
Herweha parçebûna hêzên kurdan û ne Yek rêziya kurdan ew jî dozê dijwartir û çareseriyê dereng dixe.

Lê fedekariyên Kurdan ji bo azadiyê her diçe zêdetir dibê. Û tevgera rizgarî xwaza netewa kurd her diçe fereh tir dibe.

Tevî zor û zehmetiyan û astengan
rojên azadiyê bo netewa kurd nêziktir dibine.

Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button