Gotar

Gelên Sûrî welatekî çawa di xwazin?

Piştî sal û demên dûr û dirêj, piştî/54/salan, ji tund û tûjiyê, ji binpêkirina mafan, rûmet û kesayetiya mirovan, piştî bûrîna van salên teng û tarî, ji êş, azar, kul, kovan, bêdengî, hejarî, penaberî, zindankirin û serkutkirina mirovan, ku welatê sûrî bi tevayî, bibû girtîgeh û bendîxane ji welatiyan re, ser destê rijêma diktator, faşist û rêolperist, desthilata ajan, sîxur û nûkeran, di bin nav û dirûşma parastina welat de, hemî welatî bibûne zindanî, û keriyên sewalan, ker, lal, kor û bê heyîn, di bin potîn û pêlavên desthilatê, di gel hejarî û xîzaniyeke pir zor û dijwar de.
Îro di/8-12-2024/an de, gelên sûrî serî hildan, ew roj, şev, meh û salên tund û tarî, li pişt xwe hiştin, bi hîviya ku pêşerojeke xweş û ronahî li pêşya xwe bibînin, kul û azarên salên bûrîn, ji bîr bikin, weha hîvî û omîdên pêkhatên sûrî di hiş û ramanên xwe de van xalên jêrîn di pejirînin û di deynin ber çavên xwe:
-Rijêmeke ku karibe xwe rizgar û azad bike, ji hemî dirûşim û siloganên rijêma têkçûyî û rûxandî, di gel kîn û cudahiya hemwelatiyan.
-Têkilî û avakirina dan û standinan, bi hemî dewletên hevsînorên welatê sûrî re.
-Pabendbûn bi zagon û yasayên navdewletî.
-Dûrxistina riveberiya welat ji olan, rêolan, û cudabûn di navbera olan û siyasetê de.
-Danîna zagonên welat, bêyî têkilî bi tu olan re.
-Avakirina sîstemeke fedral, dîmoqrat û hevbeş, yan sîstemeke herêmên xweser ji kêmnetewan re.
-Welatekî bêyî destdirêjî, û tevdan li welatên hevsînor.
-Avakirin û parastina mafên her netewek, her kesek, her kêmnetewek.
-Parastina mafên jinan û zarokan.
-Avakirina artêşeke azad û welatparêz û bê layan, ji hemî welatiyan, bê cudahî.
– dûrketin ji destwerdanên dewletên hevsînor û welatên din.
-Parastina mafên bazirganan û bazirganiyê, saman û destkeftên hemwelatiyan.
-Avakirina welatekî bê dijmin, bê kîn, bê şer, bê hejarî, bê girtîgeh, bê nûker, sîxur û ajan.

Adil ê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button