Gotar

Êrîşa ser Hewlêrê û hestên têkçûyî…

Gelek caran dibêjim ez hew dinivîsim. Lê wîjdan dijene, dil dixeyide, hiş û mejî digrîn, laş û hestî ji qeram dikevin û dibêjin na.

Em di rewşek wilo dilxelîn û kirêt de ne ku nayê gotin, xwedê neyne serê gurên serê çiya. Xemsarî, sersarî, bêhestî, bêhişmendî, neyartî û her quzilqurt wek qeder û çarenûs li enîya me hatiye nivîsandin û xuyaye me jî qîma xwe bi qedera xwe anîye.

Min di çend nivîsên berê de jî anîbû ser zimên û kel û kerba dilê xwe raxistibû ser kaxezê. Lê meriv çiqasî binivîse jî dîsa kela dilê meriv hênik nabe. Ne pirs û pirsgirêkên me Kurdan xilas dibin, ne jî nakokî û xwelîserî. Çi cara ku piçekî bêhn li Kurd fireh dibe û ber xwe dibînin, hew te dît ji nedîtî ve tofanek li serê Kurdan rakirin û kêf û xwêsîya me di qirika (gewrîya) me de hiştin.

Ji milletekî re felaketa herî mezin ew e ku dîroka wî bi destên neyarên wî bê nivîsandin. Û felaketa herî mezintir jî ew e ku mejîyê wî bi destên neyarên wî bê dagîrkirin. Mejîyê dagîrkirî dostê dijmin û neyarê xwe ye. Mejî dagîrkirî be hest hişmendîya netewî pûç dibe. Hest û hişmendîya netewî pûç bibe xîret û namûs dimire. Xîret û namûs bimire nirx û pîrozîyên kesayetî, civakî û netewî jî binax dibin. Nirx û pîrozî binax bibin hesasîyet namîne. Li holê darek ziwa û hişk, darek bê ber û fêkî dimîne. Îro em di vê rewşê de ne. Wek darek hişk, bê ber û bê fêkî.

Ji ber çi, ji bo çi, şert û merc mecbûr bikin an nekin, têkilî û dostanîya bi dagîrkirên Kurdistanê re kesayetî, hest û hişmendîya me ji me stendiye. Em kirine parçe û beşek ji siyaseta dagîrkirên Kurdistanê. Em kirine xizmetkar û dergevanên berjewendîyên wan. Berjewendîyên kesayetî, malbatî, eşîrtî û hizbayetî hest û mejîyê me yê netewî dagîr kiriye û em ji nirxên Kurdistanî dûr xistine. Dagîrkiran mejîyê me yê Kurdistanî dagîr kiriye û me jî mejîyê xwe yê netewî û Kurdayetî dagîr kiriye. Evê yekê hiştiye ku Kurdên her paçeyekî Kurdistanê li hember Kurdên parçeyên din bêdeng bin, ne hesas bin, xwedî lê dernekevin, çavên xwe bigrin û kêfa xwe li êrîş û dagîrkirina parçeyên din bînin.

Tirkiye êrîşî Rojava dike, jin û zarok di nav de sivîlên Kurd dikuje kes dengê xwe nake. Weke ku Rojava ne parçeyek ji Kurdistanê be, xwe kerr û lal û kor dikin. Çima ku Rojava di bin bandor û desthilatdarîya îdeolojîya PKK de ye, Kurdên din li hember êrîşên Tirkiye û Îranê xwe kerr dikin. Tirkiye bi mahneya PKK êrîşî Başûr dike, gundan vala dike, 20-30 kîlometre dikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê kes dengê xwe nake. Silêmaniyê bombe dike kes dengê xwe nake. Îran êrîşî Hewlêrê dike qiyamet radibe û herkes Îranê şermezar dike (ji ber statuya wê). Helbet emê Îranê û hemû êrîşên ser statuya Herêma Kurdistanê şermezar bikin, ev erka me ya Kurdayetîyê ye. Lê gava heman zîzbûn û hesasîyet li hember parçeyên din neyê nîşandan, mesele ji qalibê xwe derdikeve û dibe tiştekî din.

Îro em bixwazin an nexwazin, jê hez bikin an nekin, Kurdistanî be yan ne Kurdistanî be, bi destê kê û ji bo çi hatibe avakirin bela bibe, PKK rastî û realîteyek Kurdistanê ye û bûye hêz û şirîkek ji şirîkên Başûrê Kurdistanê. Her çiqasî armanca wê ne Kurdistanek serbixwe be, her çiqasî armanca wê paraztina sînorên heyî û têkbirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê be jî, heye û hêz û realîtek e. Ji bo êrîş û dagîrkirina Başûr û Rojava PKK ji bo dewleta Tirk hincet û fersenda herî mezin e. Ev 40 sal in wilo ye û wê wilo be jî. Ev nayê wateya ku ji bo dijberîya PKK hûnê çavên xwe ji êrîş û dagîrkirina Başûr û Rojava re bigrin. Dijberîya PKK maf nade tu kesî ku çavên xwe ji êrîşên Tirkiye û Îranê re bigre. PKK ji ber dijberîya PDK dengê xwe ji êrîşa ser Hewlêrê re nake. Bi ser ku xaka Başûr tê dagîrkirin, PDK ji ber dijberîya PKK dengê xwe ji êrîşên Tirkiye û Îranê re nake. YNK ji ber dostanîya Îranê û dijberîya PDK gelek caran li hember êrîşên Tirkiye û Îranê bêdeng e. Ev yek nîşana dagîrkirina mejîyê Kurd û kujtina hest û hişmendîya Kurdan e. Serwerîya Iraqê çiqasî girîng be, divê serwerîya xaka Herêma Kurdistanê ji Kurdan re girîngtir be. Lê mixabin ne wilo ye. Em serwerîya xaka Iraqê ji serwerîya xaka Kurdistanê girîngtir û pîroztir dibînin. Û ji ber vê jî Başûr hatiye dagîrkirin, Rojava hatiye dagîrkirin, Bakur sax e yan mirî ye ne xema kesî ye. Berjewendîyên hizbayetî, dostanî û têkiliyên bi dagîrkirên Kurdistanê re mejî, hest û hişmendîya Kurdan û ji hev tar û mar kiriye û heger wilo bidome wê destkeftîyên Başûr û Rojava jî nêzîk an dûr ji dest derkevin.

Ez dixwazim bi gotinên zanyarekî Afrîkî ( mixabin navê wî nehat bîra min) dawî li gotinên xwe bînim.

Dibêje: „ Li hember dagîrkirên xwe heger jinên neteweyê bindest ne nîjadperest û mêrên wan ne netewperest bin, azadîya wî neteweyî zehmet e”.

Mixabin her du jî ji me kêm in. Ne jinên me li hember dagîrkirên xwe nîjadperest in, ne jî mêrên me netewperest in.

Bi vê qûşê Kurd nagihên Mûşê û hûn sax…..
Nûrî Çelîk

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button