Raport

Efrîn.. Komên çekdar bacên nû li ser xwediyên dezgehên çandiniyê disepînin( ferz) dikin..

Komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyê ve bacên nû li ser xwediyên dezgehên çandiniyê li navçeya Mabatli ya Efrînê li Kurdistana Sûriyê disepînin ( ferz) kirin.

Li gorî peyamnêrê Yekiti Media li Efrînê, “Meclisa xwecihî nameyek ji jûreya encumenê re şandiye ku ji aliyê koma El-Emşat a ser bi artêşa Tirkiyê ve ji cotkarên ku xwediyê ajansên çandiniyê ne, li navçeya Maabatli û gundewarê wê, şandin Ji bo her dareke zeytûnê 6 dolarên Amerîkî bidin.”

Wî her wiha diyar kir ku “nameyê 3 roj maweya dayîna bacê daye û kesê ku dereng bike dê ji bo her dareke zeytûnê 8 dolaran bide.”

Binpêkirin û tawan li Efrînê berdewam in ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên opozisyona Sûriyê di bihara 2018an de êrîşî herêma Efrînê kirin, di nav wan de girtinên keyfî, binçavkirina bi darê zorê, û sepandina bacên( deribe) aborî li ser malbatên revandiyan, bi armanca zorê. nifûsa kurd a xwecihî ji bo guhertina pêkhateya demografîk û ji bo ku kurd ji vî bajarê Kurdistanî koç bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button