Diyardeya parçebûna partiyên kurdan
Li rojavayê kurdistan tevgera siyasiya kurdan di sala/ 1927/ an de destpêkir, dema şoreşa şêx seîdê piran/ 1925/ an têk çû, hin siyastmedar û şoreşvan ji bakur hatin rojava yê kurdistan, û berê xwe dane bajarê( Bihemdûn) li Libnan, li wir komela xweybûn damezirandin, heger em vegerin wan salên ji beriya komela xweybûn were avakinin, û em bi zanin ka çiawa û bi çi sîstemê gelê kurd jiyana xwe birêve di bir, emê bi hesanî tê bi ghin, çinku jiyan bi sistemeke Axatî fyûdal birêve di çû, her Axayekî desthilatiya gundekî yan çend gundan di kir, û ew Axa bi xwe dewlet, polîs û dadewer bû, û xudanê darê stûr bû, lê berpirsyarbû li ber mîrê herêmê, weha jiyan bê astengî birêve di çû, her kesekî yasa, zagon û rewişt, rastî û çewtî, mafê xwe û yê Axayî dizanibû.
Bi nemana imperatoriya osmanî, û ava kirina sîstema dewletan, li rojhilata navin, û binpêkinina mafên gelê kurd, û parçebûna welatê wan, û dabeşkirin li ser gelên ereb tink û farisan, kurd neçar man li xwe bi pirsin, û bidin pey saman, welat û berjewendiyên xwe, û şev û roj bi dest û piyan lê bi gerin, weha di her parçeyekî ji kurdestan, zana, siyastmedar ,û rewşen bîran xwe dane hev, rêxistin, komele û partiyên xwe avakirin, û dane berçavên xwe, kuştin, girtin, zindan, tirs, birçîbûn û h.d, rêbaza kurdperweran hest û wicdanê wan bûn, weha şoreş li pey şoreşê û her bizavek têk di çû, yeke dî dest pê dikir, tu pere, bertîl, berjewendî û dest xweşî, kesekî ne di wergirt, ta bin erdê kurdistan tejî cangorî bibû, zindanên dijmina, vala ne dibûn, ji şervan û mêr xasên kurdan.
îro dem û ho hatine, dijminê kurdan jî bizanebûn, alûzî û pirsgirêkên xwe bi kurdan re çareser dikin, û sed heyf û mixabin, hiş û mejyê kurdan hîna yê çerxa çardeh û pazdehê ye, nemaze dema bazirganê siyasetê têne meydanê, û bazar dibe kirrin û firotinê û alavên ragihandinê weke rojname, televizyan, mîdiya civakî, dibin alîkar di bazarê de, reş spî dikin, spî, reş dikin, di gel van sedeman, ez azîtiya me kurdan, malbatî, hoz û êlîtî û hişmen diya teng, himber kêşeyên netewî û pêşeroja gelê kurd, di nav şer û cengên herêmê, û dinya yê de, ev sûdên kesayetî, û berjewendiyên malbatî, û hişê paşmayî, yê kevneperist, hemî dibine asteng, û pirsgirêk, di pêşiya kêşa kurdî ya netewî û rizgarkirina gelê kurdde, ji pîlan, davk û bendên ku li pêşiya kurdan hatine danîn, duh û ev roj.
Pirsa girîng û yekem eve: Gelo kurd weku milet li serhevbin, û armanca wan rizgarkirin be, başe, û sûdmende, yan hêz, siyasetmedar û rêberên kurdan bibin girûp û komên biçûk, û zilamok ji dijminan re?
Adilê Evdile.