Gotar

Bye bye PKK, Welcome HUDA-PAR

Nûrî Çelîk
Belê, dawet ferikî û berbûk hetikî. Govenda ku bi def û zirne hatibû amadekirin, bi dengê bilûrê xelas bû. Ji sergovendan pêve herkes xeyalşikestî bû û ahenga govendê şaş kir.
Wek dibêjin, heçê zane ji xwe zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e. Yên ku PKK û Ocalan nas dikirin û dikin, dizanîbûn bê wê Ocalan di daxuyanîya xwe ya dîrokî (!?) de çi bêje û çi bixwaze. Ji xwe endamê Rêvebirîya PKK Mustafa Karasû berî vê daxuyanîya Ocalan, di 2017an de, daxwazên wî anîbûn ser zimên. Digot “Serxwebûnxwazî paşverûtî ye. Divê Kurd ji bo cîhanek bê dewlet, bê jin û mêr û bê zewac têbikoşin”. Ocalan jî di daxuyanîya xwe de ji Kurdan xwest ku doza dewletek serbixwe, federasyon, rêvebirîya herêmî û çareserîyên çandî (kulturîst) nekin û ev yek li dijî sosyolojîya civakî dît. Yanî, çareserîya ku navê paradîgmaya nû lê dihat kirin û Devlet Bahçelî yê nîjadperest serpereştîya wê dikir, ev e. Bê qeyd û şert, bê daxwazek herî piçûk jî, teslîmbûna PKK û Kurdan hat xwestin. Bahçelî û dewletê ev dixwest, Ocalan jî wek neferekî dewletê erka xwe pêk anî.

Birastî daxuyanîya Ocalan ez matmayî nehiştim. Ji serî de daxuyanîyek wilo dihat texmînkirin. Bangek bê bazar, bê daxwaz û bê şert. Her çiqasî daxuyanî ji alî gelek kesan ve wek teslîmîyet û xiyanet bê şirovekirin jî, di serî de Barzanî û Talabanî, hemû partîyên sîstema Tirkîyê, rayedar û berdevkên Amerîka û Ewrûpayê, Çîn, Iraq û hinek welatên din, banga Ocalan erênî dîtin û destek kirin. Serokê HSD Mazlûm Abdî banga Ocalan wek banga ji bo PKK û gerîllayên wê nirxand û got ku bang ne ji bo Hêzên Sûrîyeya Demokratîk e. Berdevkê Ewlekarîya Netewî yê Amerîkayê Brîan Hughes piştî daxuyanîya Ocalan di daxuyanîya xwe de hêvî ji Tirkîyê kir ku di mijara Rojava û HSD de rehet û aqlêselîm be. Ev jî nîşan dide ku banga Ocalan bi şêwir û mişêwir e, li hesabê gelek alîyan tê, hem di xizmeta Kurdan de û hem jî di xizmeta plan û projeyek herêmî û navdewletî de ye.

Li gor min heger birastî PKK guh bide banga serokê xwe, çekan deyne û xwe fesix bike, wê Kurd tirs û xofa 40 salî ji ser xwe bavêje, wê bêhnekê bistîne û karibe bi aqlêselîm nêzîkî mijaran bibe. PKK a ku 40 sal in aqilê Kurdan çelqandiye, Kurd kujtiye, tirsandiye, mal û cane wan talan kiriye, nirxên wan yên pîroz têk biriye, zimanê wan asîmîle kiriye û netew-dewlet li wan heram kiriye, wê bi çekdanîn û fesixkirina xwe Kurdan ji zilm û bindestîya xwe azad bike. Ev li fêda Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Heta îro Kurd bi mahneya PKK dihatin girtin û kujtin. Yên ne PKKî jî bi tohmeta PKK dikatin girtin, îro jî tên girtin. Tirkîye bi mahneya PKK êrîşî Başûr û Rojava dike. Çekberdana wê wê dare destê Tirkîyê ji destê wê derxe û mahneyê ji êrîşên wê re nehêle. Ji ber van sedeman çekberdan û xwefesixkirina PKK (HSD û Rojava tiştekî din e) wê di xêra Kurdan de be.

PKK wê bersiv û helwestek çawa deyne nizanim. Her çiqasî gelek rêvebirên wê banga Ocalan wek ayetên quranê datînin ser serê xwe û dibêjin amîn jî, heta kongreya xwe çênekin û ji kongreyê biryarek dernekeve, wê gotin bê wate bimînin. Wê biryarên kongreyê çi bin, wê Generalên Qendîlê çi helwestê deynin, wê Îran çi bi wan bide gotin û çi bide kirin, wê grûpên Kurd û Tirk yên nava PKK helwestek çawa deynin, wê PKK piştî biryarên kongreyê parçe bibe yan nebe, wê gerîlla û Kurdên nava PKK biryarek çawa bigirin, ne kifş e. Banga Ocalan ne tenê Kurdên derveyî PKK, Kurdên di nava PKK û DEMê de jî matmayî hişt, ew jî xeyalşikestî kir. Helbet wê banga Ocalan erênî û neyênî encamên xwe bide. Niha ya girîng ne bamga Ocalan lê encamên banga wî ne, bûyerên ku wê piştî banga wî bibin. Nelson Mandela digot: “Kesên girtî nikarin mizakereyan bikin, kesên azad dikarin biryarê bidin”. Ocalan ya xwe got, gotin û biryara dawîn di destê Qendîlê û PKK de ye.

Wek min got,ya girîng encamên piştî biryara PKK ye. Gelo wê banga Ocalan bibe sedema parçebûna PKK yan na. Û heger hat û PKK çek berda yan parçe bû, wê gerîlla û PKKî yên ku li dijî Ocalan û banga wî ne karibin alternatîfek Kurdistanê çêkin yan na. Wê wêribin destê xwe têxin bin kevir û li keda xwe ya dehê salan xwedî derkevin yan na. Yan wê wek grûpên ku berê ji PKK veqetîyabûn li mala xwe rûnên û dev ji Kurdayetî û siyaseta çalak berdin. Heger ji nava PKK alternatîfek dernekeve, bê guman meydan ji HUDA-PARê re dimîne. Ji ber ku piştî PKK hêza herî xurt HUDA-PAR e, ji ber ku hem ji alî dewletê û hem jî ji alî Barzanîyan ve tê destekkirin, wê HUDA-PAR hespê xwe li gor dilê xwe bibezîne. Yanî, bi çûna PKK a çep û xelklerîst, wê HUDA-PAR a ummetîst cîhê xwe saxlemtir bike. Ev yek tê wateya tiştekî din jî. Tê wateya alternatîfa li dijî alternatîf muxaletefa ku ji nava PKK derkeve. Dewletê belasebeb HUDA-PAR nekir hevkar û şirîkê xwe. Helbet ji bo pêşeroja ewlekarî û siyaseta dewletê û ji bo alternatîfa derketina alternatîfên nû bû.

Werhasilî kelam, Ocalan bang li partîya xwe PKK kir ku çekan deyne û xwe fesix bike. Ji bo min ne guneh e û ne qebhet e. Kurd çiqasî karibin rojek berî rojekê ji PKK û îdeolojîya wê azad bibin, wê li xêra Kurdan be. Çimkî PKK 40 sal in ji zirarê wêdetir tiştek nedaye û nade Kurdan. Lê ya girîng piştî çûna wê ye. Her çiqasî ez bahwer nakim ku piştî PKK li Bakurê Kurdistanê alternatîfek xurt û Kurdistanê derkeve jî, dilê min ji bo wê, bi wê hêvîyê lêdide. Ji xwe hewce nake em behsa wan partîyên ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne bikin. Doh hest û hişmendîya partîtî û ezezîyê ji laşê wan derneket, piştî têkçûna PKK jî bahwer nakim derkeve. Bahwer nakim dev ji berjewendîyên partîyên xwe berdin û karibin alternatîfek ku Kurd karibin xwe lê bigirin ava bikin. Di destê me de HUDA-PAR dimîne. Ewê jî çiqasî di xizmeta dewletê de be, çiqasî karibe xizmeta heq û hiqûqê miletê Kurd bike, nizanim…

Bi kurt û Kurmancî; Bye bye PKK, tu bi xêr hatî HUDA-PAR!

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button