Gotar

Bo nêzikbûna kurdan li Rojavaî Kurdistan , çi pêwîste?

Rewşa Kurdistana Sûriya ji hemû waran de gelek aloze. Çi di warê siyasî , leşkerî , civakî abûrî û hwd. Diyare ku pêşeroja Rojavaî Kürdistan ne diyare. Piştî hewqas qurbanî û ji bo bercewendiyên gelê kurd dibê xû karne zû pêk werin.
An ji bo vê rewşa hitam û dijwar çareserîne bi lez geregin.

Gelo di vê demê nêzik da , çi gerege werê kirin:

Pêwîste ku hêzên siyasî yên Kurdî bi bawerîyake xûrt ji bo yekbûna daxwazên gelê kurd werin ba hev, ta ku baweriyake hevbeş / reşnivîseke hevbeş bo çareserkirina doza kurd li Sûriya amade bikin, li ser bingeha sûriyake Federal.
Dibê hêzên Rêveberiya Xweser dev ji şerê li dijî hêzên kurdistaniyan berde.

Mediya Rêveberiya xweser şerê mêdiyaî li dijî hêz û kesên ne hem bawer rawestîne.

Pêwîste ku hêzên navnetewî ku li navçeyê ne ji bo bercewendiyên xwe alîkar bin bi xûrtî an ku PYNK qebûl bike ku bercewendiyên kurdan berî her tiştîne.

Dibê ku PKK bi aşkere û bi lez ji Rojavaî Kudistanê derkeve.
Ev gotinên ku ji rêveberên PKK derdikevin ku rewşê aloz tir dikin dibê rawestin. Vî karî Emerîka bi tenê kanê pêk Bîne.

Dibê ku Pêşmergeiyên Roj vegerin Rojava:
Bo du sedeman:
Ew zarokên Rojava ne mafê wane ku vegerin û xaka xwe bi QSD ê re, biparêzin .
Iro berî hemî Deman Rojava geregiya xwe bi wan heye.

Alî giringtirîn di vê rewşê de , rola başûre.
Rola Şerokê bi Rêz « serok Mesûd Barzanî ye», piştgiriya wî bo Rojava diyare û rola wî di nav kurdan de çarenûsiye. Ev pêwendiyên wî vê dawiyê di navbera QSHS û ENKS de aşkere dike ku kane gelek mêzînan biguhere. Bê guman ew bo çereserkirinan ji netewa kurd re herdem amade ye û bi biryare. Ji ber ku cihê wî di nav hemû hêzên kurd de herdem cihê rêzê ye.

pêwendiyên wî yên fereh di qada navneteweîy de û li Rojhelata navîn de zor û zor pêwîste.

Pêwîste ku kurd lêvegereke siyasî li darxin.
Ji bo karê xwe di pêşerojê de di warê praktîkî hesanî bikin bo pêwendî û ji bo ku zû biriyar bidin , ji van mijaran lêvegereke ku kanibe bibe berpirsiyar bo hemû kurdan, . Ev lêveger ji nûnerên partiyan, leşeker civaka sîvîl, jin , ciwan û saziyên din.

Dawîyê,

Gerege ku bêjim ji bo çareserkirina rewşa kurd li Rojavaî Kurdistan zor pêwîste ku ev karana di warê praktikê kevin .

Ev karana ji herdu aliyên sereke : ENKS û PYD tê xwestin.
Eger ku ev hêzins nebin xwedan yek biriyar wê kurd tû destkeftiyan bi ser nexin.

Dr. Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button