Raport

Bihabûn nirxan barê welatiyên Efrînê giran dikê

Giranbûna bihayê têviyên bingehîn barê
niştecîyên Efrinê li Kurdistan Sûrîyê barê wan giran kiriye ye li gorî dahatîyên wan.

Nûçevanê Yekiti Media li Efrînê got: “Nirxên xwarinê û madeyên bingehîn li Efrînê li gorî dahata welatiyan bilind in, ji ber ku ti kontrol li ser bazirgan û xwediyên dikanan nemaye.”

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku tişta ku êş û azara welatiyan zêde kiriye ew e ku gelek rêxistinên mirovî li herêmê rawestiyane û hin ji wan tedbîrên girêdayî ewlekariya xwarinê ji bo kesên ziyan dîtine û yên ku nikarin xwe bigihînin wan girtine.

Wî got jî, “nebûna hevrikiya rastîn ji bo dikanan hişt ku xwediyên dikanan hemwelatî kontrol bikin, û nirxan bi awayekî berçav/ diyar li ser sînorê normal bilind bikin, ji ber ku cudahiya nirxê ji dikanekê bo dikanekê mezin e.”

Derbarê bihayên sûtemaniyan de / materiyalên şewatê , nûçevanê malpera me li Efrînê got: “Nirxên sûtemeniyan bilind û ne aram in, ji ber wê yekê ku li pêşiya hêzên çekdar (û li ser nûteyê kontrolê yên lêşkerî) ji bo veguhestina sotemeniyê bac li ser bazirganên sûtemeniyan ferz dikin.”
Tankan ber bi sûk û stasyonên sûtemeniyan ve diçin.”

Bijabûna sûtemeniyan hîşt ku nirxê xurek û madeyên bingehîn jî barê welatiyan giran tir kir.

Hewceyî gotinê ye ku komên çekdar yên ku artêşa Tirkiyê, li pişte , binpêkirinan li Efrînê û gundewarê wê, ji dema êrişa leşkerê Tirkiyê bi komên çekdar li ser wê deverê ji bihara 2018an ve berdewame.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button