Gotar

Bandora Ragihandinê

Zemanekî dûr û dirêj, çanda û rewiştên gelê Ereb û çanda wan ya ola misilmantiyê, paşê desthilatên Tirk û Farisan, miletê kurd xistibûn bin konekî paşverû, paşmayî û kevneperistiyek vir û derew, xwehir, dûrî ji bîr û baweriyên rast û dirust, weha miletê kurd û hin din ji miletan, mabûn di xeweke giran û çavgirtî de, çend sal û zemanên dûr û dirêj derbas bûn, û ta vê rojê, em têde dijîn jî, hîna beşekî mezin ji ereb û kurdan jehra hilahil ji wan kehniyên pîs û genî vedixun.
Hin gelên cihanê weke Ewrupiyan di salên çerxên bûrî de, dema çavên xwe vekirin, ew rewşên genî û sifto dîtin, xwe rizgar kirin, ji rewişt, bîr û baweriyên çewt, û şaşiyên olan û rê olan, roj bi roj pêşve çûn, lê çinku kurd ta îro dagirkirî ne, bindestin, û nebûne dewlet û desthilat, mane weke bengê li dûv hebanê, hîna li pey garanê diçin, û ew bîr û baweriyên çewt li nik wan yasa û zagonin xwedawenda ne, nexweş û êşên giran yên ku di çerxa bîstan de bi ser gelê kurd de, li bin desthilatiya ereban de, du partî xudan ramanên netewperist li welatên ereban bibûne desthilat, ew jî: Nasrî û Beis bûn, ku digotin: çi netew û kesên di bin desthilatiya wan de, bivê yan nevêt, ereb e, û weha ajotin û karkirin, bi zorê û tund û tûjiyê, û bi pêkanîna şer û cengan, ta kurd neçar kirin ku hin hozên kurdan xwe bikin ereb, û li aliyekî din kurd her û her mîhvanên zindanan bûn.
Piştî sala/2011/an, çend tevdan û serhildan, li çend welatên ereban rûdan, xudanên wan bîr û baweriyên çewt û paşde mayî, didîtin ku pêlên lehiyê dane bin ser û mejiyên wan, û ew berjewendiyên wan têk diçin, rêkxistin û dezgahên terorê pêkanîn, bi taybet di nav gelê ereb yên hejar û bê pergal de, çek û teqemenî danîn ser milên wan, û di rêya rijandina pere û hîviyên olî û bihiştî de, çendî gemar, gelaş û qirêja salên bûrî, bi carekê derket, weke êşên hêl û qotikê, ereb û misilmanên dinyayê tevlî bûn, welat, saman, mirov, kuştin û namûsa xelkê ji xwe re rewa kirin, û ajotin weke agir dema bi rêl û daristanê dikeve.
Van liv û tevdanan, hin encamên erênî û pozîtîv li pey xwe anîn, gelê kurd jî hin sûd jê wergirtin weke:
-Di nav siyasetmedar, xwndevan û zanayên ereban de, beşek ronakbîr, rabûn û di rêya medya yê re dengê xwe bilind kirin, ragihandin û dane xuyakirin bawerî û helwestên xwe, û gotin: Nher kesê ku bi ereban re dijî, erebe, û di nav ereban de hin nicadin cuda hene û me ew bê maf û ziman kirine.
-Nabe em ereb bîr û bawerî û rewiştên gelên cuda serkut û binpê bikin.
-Di rêya ragihandinê re, kurdan karîbûn êş, azar û kêşa xwe li cihanê belav bikin, û qîr û hawarên xwe bighînin xelkê.
-Beşekî mezin ji ronakbîr û rewşenbîrên kurdan, di rêya ragihandinê re, karîbûn ji gelê xwe re bidin xuyakirin, ku ne hemî bîr û baweriyên olî rast û diristin, û rêya jiyan û pêşketinê xuya ye.
-Kiryarên çewt û terora girûpên misilmanên tundrew, bawerî û nêrînên gelek mirovan ji olan û rêolan guhertin.
Em dikarin bêjin, ku di van salên dawî de, mediya û ragihandin, ji kurdan re, şoreşeke têr berhem û serkeftî bû, rast û xwehrî ji hev cuda kir.
Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button