
Break newsRaportslide
Qamişlo : Çilrojiya pakrewanê pêşmergên Roj Mewlûd Yûsiv hat vejandin
Yekîtî Media 25/12/2016
Encûmena xwecihî ya ENKSê li rojhilatî Qamişlo merasîmên çilrojiya pakrewanê Pêşmerge Mewlûd Riyad Yûsiv, roja şemê 24ê berçile, li navenda PDK-S vejand.
Di merasîman de endamên encûmena xwecihî û şanda Emîndariya Giştî û şandên partiyên ENKSê , û rêxistinên ciwanan yên jinê û yên civaka sivîl û malbata pakrewan Mewlûd beşdarbûn.
Herweha encûmena xwecihî ya ENKSê li Dirbêsiyê çilrojiya pakrewanê pêşmerge Sîpan Elsîno li bargeha xwecihiyê, roja pêncşemê 22 berçile, vejandibû.