Break newsRaportslide
Şanda ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro ligel Marta Doro berpirsa karûbarê siyasî di Netewên Yekbûyî de civiya
Yekîtî Media 25/8/2016
Şandek ji encumena niştimanî ya kurd li sûrî bi serokatiya Ibrahîm Biro li gel Marta Doro berpirsa kar û barê siyasî di netewên yekbûyî li Hewlêra paytext civiya .
Di wê civatê de Marta Doro doza nasîna sedemên binçavkirina serkirde û endamên encumenê ji hêla partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD kir .
Herwiha ji aliyê xwe ve şanda ENKS bipêkirinên pyd li deverên kurdî diyar kirin û dorpêçkirina rêjîma sûrî û rêxistina daiş ji bo deverên kurdî gengeşe kirin.
Di heman mijarê de Marta Doro soz da şanda encumana niştimanî ya kurd ku wê ew van pirsgirêkan bighîne kesên pispor da ku çareseriyekê jêre bibînin.