
Dewleta Tirk û PKK ya A. Öcalan!
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku di sala 1978’an de ji aliyê Abdullah Öcalan ve hat damezirandin, serokatiya Abdullah Öcalan bê nîqaş e. Ev tevger ji roja ku daketîya saha Kurdistanê bi navê “Apoyîyan” û bi kirinên xwe deng da.
Di destpêka damezrandina xwe de îdia dikirin ku ew ji bo “xwebexşkirin û azadiya gelê Kurd” têdikoşe.
Lê belê, nemaze piştî ku Öcalan di sala 1999’an de hat girtin, tê îdia kirin ku di nêrînên îdeolojîk û stratejîk ên rêxistinê de guhertinên kûr çêbûne. Ev nerîn, kûraya A. Öcalan û partîya wî ji çavan dûrdixe, diparêze û kirinên vê tevgerê yên heta 1999 an vedişêre.
Rastî ewe, dema ku em li helwest, daxuyanî, nêzîkatiya wî ya li hember kadroyên xwe û têkiliyên wî yên berê, roportaj û daxûyanîyên wî, rewşa wî a li Şamê dinêrin; eşkere xuya dike ku wî bi dewleta Tirk re hevkarî kiriye û pergala PKK’ê bi hev re ava kiriye.
A. Öcalan, bi operasyonekê neanîn Tirkiyeyê. A. Öcalan bi daxwaza xwe vegeriya Tirkiyeyê û ev pêvajoya hatina wî wek operasyonekê hat nîşandan. Ger em li çapemenî û weşanên televîzyona PKK’ê, li daxûyanîyên A. Öcalan bi xwe yên wê demê binêrin, emê vê rastîyê pir hêsan pesend bikin. Ew hevoka Öcalan a ku dema li Îtalyayê bû, hem ji parêzerê xwe re û hem jî li televîzyonê bi devê xwe gotiye, bi tena serê xwe di vî warî de belgeye:
“Ez ê herim Tirkiyeyê û vê meselê li Enqereyê çareser bikim.”
A. Öcalan û PKK ya wî, di hatina wî a Tirkîyeyê de bi îdiayên ku “A. Öcalan bi komployekê radestî Tirkîyeyê kirin” de navê îstîhbaratên sê dewletan derbas dibû. Emerîka, İsraîl û Yewnanîstan!
Piştî 25 salan dîse A. Öcalan û PKK ya wî dubare dikin ku;
“di Rojhilata navîn de sînor tên guhertin. Emerîka, Îsrail, İngîntere û hemû hêzên Emperyal dixwazin kurdan jî di nav vê guhertinê de bicîh bikin û biratîya kurdan û tirkan ya 1000 salî xera bikin. Dixwazin tirkîyeyê perçe bikin û bigihêjin meramên xwe. Em biryarê didin ku li gel Tirkîyeyê ne û em rê nadin ku Kurd li gel emperyalîstan cîh bigirin”(!)
Ezê di vê gotarê de, daxuyanî, armanc, helwesta eşkere ya têkiliyên Öcalan bi dewleta Tirk re û bandorên wan ên li ser pêşeroja gelê Kurd binirxînim. Pêwendiyên nîqaşbar ên daxuyanîyên Öcalan, wekî asîmîlekirina nasnameya Kurdî û lihevhatina wan bi stratejiyên herêmî yên dewleta Tirk re, dê di çarçoveyekê zelal de bên analîzkirin.
Îdiaya ku Öcalan talîmatên xwe yên ji bo 12. Kongreya PKK’ê ji avahiya MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk) bi telefonê daye, mijara nîqaşeke girîng e. Ev nîqaş, bi giştî PKK’ê û dîroka wê ya 40 salî dide bin neşterê. Ev rewş, pirsyara ka Öcalan 25 sal in di girtîgehê de di tecrîdê de ye an na, xweseriya wî ya fizîkî û siyasî dike mijara lêpirsînê û pozîsyona wî ya “serokatiyê” bi awayekî cidî vedike nîqaşê. Daxuyanîya Öcalan a ku dibêje; “Di bin çavdêriya dewletê de em bi vê civîna xwe bernameya xwe amade dikin,” nîşan dide ku di pêvajoyên biryargirtina stratejîk ên PKK’ê de bandora dewleta Tirk rasterast an nerasterast heye. Ev yek, pirsyarên li ser kapasîteya rêxistinê ya tevdegerîna wê ya wekî aktorekî serbixwe derdixe ber neşterê.
Daxuyanîya Öcalan ku dibêje ew di nav hewldana avakirina “civakeke demokratîk” de ye, her çendî bi awayekî erênî xuya bike jî, divê ev gotin di çarçoveyeka lihevhatî bi polîtîkayên asîmîlasyonîst ên dewleta Tirk re bê şîrovekirin! Nemaze teqezkirina wî ya “veguheztina ji şer û pevçûnên cudaxwaz ber bi aşîtî û yekbûna demokratîk” ve, eşkere nîşan dide ku daxwazên milî yên miletê Kurd, ne dewleteke serbixwe an xweserî, lê di çarçoveya yekbûna bi dewleta Tirk re ji nû ve têne pênasekirin. Ev daxuyanî, bê guman nîşan didin ku nêzîkatiya A. Öcalan a ku wekî “paradîgmaya nû” tê binavkirin, armanca wê; pêşî li têkoşîna doza Kurd û Kurdistanê digire û xizmeta armanca dewleta Tirk a bihêzkirina hegemonyaya wê ya herêmî dike armanc.
Daxuyanîya A. Öcalan a ku dibêje, “Bi taybetî bi Tirkiyeyê re li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî pêvajoyên bi vî rengî wê bên destpêkirin,”; nîşan dide ku ev strateji a dewleta Tirk e û ne tenê bi Kurdên Bakurê Kurdistanê ve sînordar e, lê armanc projeyek bi destê Tirkîyeyê kurdên çar parçeyên Kurdistanê kontrol bike. Ev, tê wateya ku doza Kurd û Kurdistanê xweserî, federasyon û daxwazên dewletbûnê, li gorî berjewendiyên herêmî yên dewleta Tirk bên dîzaînkirin.
Daxuyanîya Öcalan a ku dibêje, “Em dev ji zimanê netew-dewletbûnê berdidin,” her çendî wekî rexneyek li dijî modela netew-dewletê ya modern xuya bike jî, di pratîkê de daxwazên milî yên miletê Kurd marjînal dike û xizmeta polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk dike armanc. Devjêberdana modela netew-dewletê, tê wateya devjêberdana mafê Kurdan yê diyarkirina çarenûsa xwe ya siyasî û çandî bixwe ye. Ev yek, bê guman armanc dike ku miletê Kurd di bin siya çar dewletên dagirkar de bihele û tune bibe. Ev paradigma, bi navê “yekbûnê” nasnameya miletê Kurd di nav dewleta Tirk de, asîmîlekirina miletê Kurd pêşniyar dike.
Daxuyanîya Öcalan a ku dibêje, “Parastina di bin înîsiyatîfa Tirkiyeyê de, hem hewcedariya aqil e hem jî îfadeya rastiyê ye,”; daxwazeke ku dagirkarîya dewleta Tirk meşrû dike. Ev, nîşan dide ku miletê Kurd ne wekî îradeyek serbixwe, lê wekî peywendek di bin berjewendiyên stratejîk ên dewleta Tirk de tê dîtin.
Modela “konfederalîzma demokratîk” ku di serokatiya Öcalan de hatî pêşxistin, di teoriyê de armanc dike ku pêşî li dewletbûna Kurdan li herêmê bigire. Ev model, mafên çandî, siyasî û civakî yên miletekî zêdetirî 60 mîlyonî li aliyekî dihêle û bi lez asîmîlasyonê bi armanca Tirkbûnê esas digire. Nemaze rastiyên hevkarîya A. Öcalan bi dewleta Tirk re û pejirandina bê şert û merc a vê bernameyê ji aliyê kadroyên rêveber ên PKK’ê ve, nîşan dide ku têgeha “serokatiyê” ne gotineke vala ye, A. Öcalan di rêxistinê de her tişt e û ji bilî wî îradeya kesekî din tune ye. Di vê çarçoveyê de, “paradîgmaya nû” ya ku Öcalan bi dewleta Tirk re li ser miletê Kurd ferz dike, kurdan ber bi paşerojeke nediyar û koletiyê ve dibe û Tirkbûnê li wan ferz dike. Ez ne li dijî “çekdanîna PKKê û bidawî anîna şerê wan yê çekdarî me”, ji ber ku ev hêz, ev şerê çekdarî ne di xizmeta miletê kurde bû û ne di xizmeta Kurdistanê de ye. Tasfîyekirina vê hêzê di fêda doza miletê Kurd e ye.
Daxuyanîyên Öcalan ên di 12. Kongreya PKK’ê de, nîşan didin ku rêxistin ji aliyê îdeolojîk û stratejîk ve bi temamî di bin kontrola Öcalan de ye. Herwiha, ev yek îdiaya ku “25 sal in di zindanê de, di tecrîdê de ye” (!) jî derew derdixe. Dema em çarçoveya teorîk a PKK’ê ya 25 salên dawî û hêzên Kurd ên ku armanc kirine bifikirin, rastiya ku ev hemû ji aliyê Öcalan ve tên birêvebirin derdikeve holê. Gelo çawa dikare were ravekirin ku kesek “25 salan di zindanê de, di bin tecrîtê girtî ye, lê serweriya xwe li ser gerîlayên ku tê îdia kirin “têkoşîna azadiyê” didin, didomîne, rê li ber wan vedike û biryaran li wan ferz dike?
A. Öcalan, deweta tirk e! Ev jî hem mêjiyê PKK’ê, hem navenda biryargirtinê, hem xezîneya wê û hem jî xwediyê wê ye, bi salan e bihev re laşê miletê Kurd dişewitîne. Daxuyanîya Öcalan ku înîsiyatîfa dewleta Tirk wekî “hewcedariya aqil” û “îfadeya rastiyê” binav dike, têkoşîna miletê Kurd a serxwebûn û hebûnê dixe nava pirsyaran! Konsepta PKK’ê, avahiyek e ku asîmîlasyon û windakirina nasnameya Kurdan armanc dike. Daxuyanîyên Öcalan û pozîsyona PKK’ê, ji bo paşeroja Kurdan nîşanên bi tehlûke û cidî ne.
Di vê çarçoveyê de, ji nû ve zindîkirina mîsyona dîrokî ya têkoşîna rizgariya miletê Kurd û Kurdistanê, bihêzkirina têgihiştin û têkoşîneke ku îradeya miletbûnê bike navend, di heyama bê de girîngiyeke krîtîk digire nav xwe.
Şeyhmus Ozzengin