
Gelo Alşeri welatekî çawa pêk tînê ye?
Piştî 7 . Oktober 2023 ku Hemas dest bi şer li dijî İstaîl kir, ev hîşt ku Israîl derî cihenem û gûhertinên mezin di navçe yê de pêk bîne û her berdewam dikê ye. Bi taybet guhertinên : cûgrafî , leşkerî û siyasî .
Sûriya jî kete nav vî bayê gûhertinan.
Piştî serdemeke gelek dijawar ku gelên Sûriya qûrbanî yên mezin dan di bin sistema herdu Esedan de dem hat bo guhertina li Sûriya jî.
Di 8.10.24 de «Heyet Tehrîr Alşam» bi serperştiya bi rêz Alşeri kanibû rêjîma Alasad têkbibe.
Ta Roja îro Alşeri gelek guhertin di bingeha sistêma Sûrî de pêk anî. Wek : Dustureke demkî, hikumeteke nû leşkerekî nû( Amin Alam)û gelek kiriyarên ku bi tenê xizmeta êdolojiyake islamî tundrew û nejadperest dike.
herweha , Xwe dispêre îdeolojiya îslamî ya selefî.
Lê Rêjîma muslimane sûnî selefî gelek asteng li pêşiyê derdikevine,
Gelo ev astengî an fişar çine:
⁃ dûrketina pêkhatiyên Sûrî ; wek : Elewî, Dirûzî , Dera , Kurd, û hwd.
-Fişarên ( zextên ) siyasî, leşkerî û îdeolojî ên Tirkiyeyê.
⁃ Di bin beşdariya aktîf ji “ Jîhadistan» kesên îslamî yên tundrew ku ji welatên derve de hatine. Hebûna Van terrorîstan bi xwe metisiyake mezine, ev rewş gelek alîkar dike ku rêjîmeke tûdnrew, diktatorî li Sûriya pêk were.
⁃ Fişarên mezin hene ji welatên derve de û taybet ji Ewropa û Emerîka, ew daxwaz dikin ku eger rêjima Alşeri guhertinên cedi pêk neyne ew cezaên navdewletî li ser Sûriya ranakin.
Nişanên nerazîbûna hûndir û derve ji rêjîma Alşeri gelekin lê yek jê ew desthlatdariyên ku Elşeri wergirtine.
Gelo desthilatdariyên serok Alşeri îro çi ne:
Piştî nirxandina tevahî xalên Danezana Destûra Bingehîn, rolên ( wezife) Serokomar bi vî awayî hatin diyar kirin:
*Daxuyaniya Destûra Bingehîn, ku ji alîkî siyasî de hatiye hûnandin, ku ew systemeke İslamî – Selefiye pêk tîne.
• Serokkomar fermandarê giştî yê Artêş û Hêzên Çekdar e.
• Serok Komar ew serokwezîre , ew wan bi nav dike û wan ji kar bi dûr dixe û îstifayên / ji karkişandina wan qebûl dike.
• Serok Komar biryara: lê xweşbûn ( efû ) û rewşa taybet dide.
• Serokkomar nûnertiya dewletê dike bo îmzekirina dawî ya peymanan bi welat û rêxistinên navneteweyî re berpirsyar e .
• Serok Komar ji bo hilbijartina endamên Encûmena Gel Komîteya Bilind ava dike.
• Serok Komar ji sisiyan yek ji endamên Encûmena Gel bi nav dike.
• Serok Komar serokên nûnertiyên dîplomatîk (balyoz) li welatên derve destnîşan dike.
• Mafê Serokkomar heye ku di nava mehekê de ji derxistina qanûnan ji parlamento ew dikare red bike an qebûl neke..
• Serok Komar piştî erêkirina Lijneya Ewlekariya Neteweyî ku ew jî serokatiya wê dike, şer îlan dike.
• Mafê Serok Komar heye ku li welêt rewşa awarte ragihîne.
⁃ Mafê Serok Komare ye ku endamên Dadgeha Destûra Bingehîn a Bilind destnîşan bike.
Herweha ev rewşa ta 5 dalên demkî bi rêve dibe.
Di encamên van karên ne yasayî ne dêmoqratî û bê razîbûna pêkhateyan û hêzêzin dêmoqrat ev tevlihevî/ şaşî rûdan:
⁃ bi hezaran kesê bê tawan ( bê dûneh ) , sivîl yên Elewî hatin kuștin .
⁃ Dirûzî wek pêk hate nayên qebûl kirine.
⁃ Kurd wek pêkahiyeke bingehîn i Sûriyê ta Roja îro mafê wan nehatiye pênasîn.
⁃ Hêzên siyasî. demokrat û hwd. nehatine vexwendin bo damezirandina siyaseteke hev beş .
⁃ Divê were têgihîştin ku Sûriya venagere Sûriya berî 2011 , ya navendî.
⁃ Bi kurtî eger Alşeri dixwaze welatekî bi serkeftî damezirîne dive karê hevbeş bi hemû hêzên demokrat û pêkateyan re bê cawazî kar bike û wekhevîye pêk bîne. Divê kû hemû pêkhatî rola xwe hebin di welatekî nenavendî de, bi taybetî navçeyên kurdî, ev ji bo cudahaiya kurdan di warê: neteweyî , ziman û çandî û hwd.
Bi kûrtî em kanin bêjin ku ev rewşa Sûriya têre derbas dibe, nîşana : nediyarî, pêşerojeke tarî û Sûriye ber bi dîktatoriyeke leşkerî ya mezhebî û tundrew ve diçe.
Di dawiyê de, divê bê gotin ku astengiyên jêrîn dikarin bibin sedema rewşek karesatir li Sûriyê:
Di destê yek kesî de van hemû karan anîne cem hev.
⁃ Di vê serdema nû de, Pêkanîna olî ya tundrew ne li qada navneteweyî û ne jî li herêmê û nejî li hûndirê Sûriya , nayê qebûlkirin.
Radestkirina desthilatê di hemû aliyên jiyanê de ji bo kesên xwedî dîrokeke tundrew, ku hinek ji wan terorîst in.
Ne beşdarbûna pêkhateyên Sûriyê û tevgerên siyasî yên çalak di çespandina siyaset û paşeroja dewletê de.
Ev hemû sedeman û yên din jî, em bawer dikin ku dê Sûriyê ber bi ne aramî û neseqam giriyê ve bibe.
Herweha wê Sûriyê ber bi paşerojeke ne diyar ve bibe û wê kirîseyan kûrtir bike.
21.04.2025
Dr. Mohamad Jaman