Gotar

Daxuyaniya Destûrî ya Komara Erebî ya Sûriyê û pêkhateyên wê – Kurd wek mînak..

Qurbaniyên mezin ên gelê Sûriyê bi nifşan ji bo azadî û rûmetê hatine dayîn, hilweşîna rejîma Baas a tawankar hat di demekê de ku gelê Sûriyê bi giştî hêviya encamên baştir, destûrekî medenî û beşdarbûna zêdetir ji bo hemûyan di avakirina Sûriyeya nû de.
Gelê Kurd jî, ji 60 salî de rastî gelek hovîtî û terorîzmê hatiye, ku bi şêweyên herî xirab ên bêdadiyê, zulmê û wêrankirina Kurdan weke pêkhateyekê hati bû armanc kirin.

Lê Kurd wek gel û rêberên wî li ber xwe dan û karîbûn li hember projeyên rêjiman rawestin, heta ku dor hat rûbirûbûna herî hovane ya zilm û terora wan desthilatdaran û terora DAIŞ’ê, ku li ber cîhana azad cureyên herî hêja yên qehremanî û qurbanîdanê û kanî bûn dîrokek nû binivîsînin eş bi qûrbaniyên bi canê bi hezaran keç û xortên xwe karîbûn îspat bikin ku ew xwediyê her tiştî fedakar in û fedakar in .
Ev hemû aşkere diyar dike ku ev gel hêjayî bidestxistina mafên xwe yên netewî, siyasî û çandî ye.
Piştî van qehremanî û fedekariyên ku hemû cîhan şahid bû piştî vê dilsozî û dilsoziya bi ax û welat re, gelê kurd hêvî dikir ku desthilatdariya nû van diyariyan û mafên wan ên rewa mafê wan bi dest keve.
Lê mixabin daxuyaniya makezagonê ya ku ji aliyê desthilatdariya nû ve hat dayîn, xemgîn mezin li dû xwe anîn.
Destûr belgeyeke siyasî ye ku gel bi rêya nûnerên xwe yên siyasî, civaka sivîl û piştre nûnerên qanûnî li ser lihevkin û pişt re jî gel deng li ser dide.

Lê makeqanûna heyî û pêşniyarkirî ji aliyê gel û nûnerên wan ve nehat pejirandin. Ji ber vê yekê şertên ku îro tên danîn ji rêjîma nû de ji aliyê civaka me ve bi giştî nayên qebûlkirin û pejirandin .
Ji ber van sedeman û ji bo îsbatkirina ku mafê hemû netewan û pêkhateiyan pêwîste li vir bi lez û bez li hin xalên ku di vê deklerasyonê de cih girtine (destûr…) bên gûhertin.
Navê Komarê: Komara Erebî ya Sûriyê , nabe.
Ji ber ku dewlet ji gelek netew û pêkhateyan pêk tê, navê rastî, edalet û wekheviyê navê komarê bibe « komara Sûrî».
* Dînê Serokê Dewletê; Îslam ji ber rêzgirtina olên din, diyarkirina dînê serokê dewletê şaşe , dibe bêalî be.
Hatiye gotin ku fiqha Îslamê çavkaniya bingehîn a qanûnan e. Dikaribû bihata gotin ku fiqha Îslamê yek ji çavkaniyên sereke ye û qanûn û adetên navdewletî di nav çavkaniyên sereke de ne ku em di serdemekê de dijîn ku qanûnên navneteweyî yên însanî yên ku rêzê li mafên mirovan, azadiya ramanê û prensîbên demokrasiyê digirin û qîmetê didin nirxên mirovî yên pêşînin.
* Bi vî awayî destûrê ji bo hemû pêkhate û olan wateya xwe ya gerdûnî winda kir.
* Di destûra nû de ti rola pêkhate û olan nîne.
Ji vê makezagonê xuya dibe ku hemû karên sereke di destê Serokomar de ne; Mînakî, lê ne bi sînorkirî ye:
Ta endamên Dadgeha Destûra Bingehîn Serokomar dest nîşan dike!
Serokatî ji sê parên endamên Meclîsa Gel diyar dike. Û bi vî awayî, bi hêzên bêhejmar, serokkomar li vir xwediyê desthilatdariya bê sînore.

Mijarên girîng ên ku ji hêla Destûra Bingehîn ve hatine paşguh kirin:
Pabendbûna bi fiqha Îslamê tê wateya rawestandina pêşkeftina yasayan. Ji ber ku hukm û qanûnên Şerîetê zêdeyî hezar û heftsed sal in ku hatine destnîşankirin, lê qanûnên navneteweyî û nûjen li ber pêşketinê ne û li gorî serdem û mirovahiyê pêşde diçin.
Yasayên Sûriyê, eger ku li ser vê daxûyaniya destûrî bin , dê ne li gorî yasayên mafên mirovan yên Yekitiya netewan li kar dikin û ne li gorî rêxistinên navdewletî û mirovî bin.
Diviyabû makezagon sivîl bûya û ne bi tenê li ser bingeheke Olî ba.
Divê makeqanûn li hemberî hemû olan bêalî be.
Herweha bo ku destûr bi şêwaza îslamî li ser jinan, bo rengekî ne wekhevî diyar dike ev berovajî ruhê demê ye û dûrî sekularîzma gelê Sûriyê bi giştî ye.

– Divê Sûriyeyî li hember vê rewşê çi bikin?
Bi vê makezagonê re dibe ku Sûriye veguhere dewleteke otorîter, ku tê de taybet bi eşkere li ser gel serdest e.
Mijara sereke ya Sûriyê piştî van karesatan kar bikin ku bi rêkevin li ser sîstemeke demokratîk a nenavendî be.
Îro di warê pratîkê de gel û nûnerên xwe yên siyasî ji guhertina siyasî dûr ketine, ji ber ku destûrê ji aliyê siyasî û yasayî ve rola wan di avakirina wê destûrê de ji holê rakiriye.
Divê em bi rêyên aştiyane li dijî vê destûrê rawestin: xwepêşandanên aştiyane, gotûbêjên avaker, medyaya azad û hwd.. Helbet dibe ku êrîş li ser te bê kirin û rejîm xiyanetê li te bike û te wek kafir bihesibîne.
Divê em daxwaza cudabûna hêzen çekdar û siyasetê û dadeweri bikin.
Ne aqilmend e ku kolana Sûriyê bikeve nav şerekî, anjî êrişî Îslamê bike.
Divê em ji bo derxistina yasaya partiyên siyasî bixebitin û dibe ku kar bê kirin Sûriye bine civateke demokratîk, ango avakirina partiyên niştimanî yên Sûriyê.
Divê kar bê kirin ji bo Destûra Bingehîn, ku di têkoşîna pêşxistina civakê de ber bi azadî, rûmeta mirovan û mafên mirovan ve biçe, divê tifaqên siyasî yên nû bên avakirin.

Dr. Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button