Gotar

Petrol û Penceşêr

Di destpêka salên şêstan de, ji çerxa bîstan, hin kompaniyên biyanî, berê xwe dane welatê sûrî, rojava yê Kurdistan, (cezîrê) û dest bi lêgerîna petrolê kirin, lê rast hatin, di herêmên kurdan de, û vî karî berdewam kir, ta sala notan, ew petrol ku ji bin erdê kurdan derdiket, wan kompaniyan bi nêvî xwe û dewleta sûrî dikirin, xêr û xweşî ji wan re bû, komên ziyan û nexweşîyan, ji nişteciyan re bûn, di serî de nexweşiy penceşêrê, ku berdewame û bê çare û derman e.
Nexweşiya penceşêre ji kevin de heye, li tevaya cihanê, lê li welatê me, rojava yê Kurdistan, di rêjeyeke gelekî berz û bilind de ye, û pirr belav dibe, nemaze pştî petrol ji bin erdê hate derxistin, bêyî guhdan, û peydabûna aramiyê û alavên parastina mirovan, û bêyî çavdêriyê û lêpirsîna encamên pîs û ziyanên ku gel û jîngeh werdigre, çinku pertrol û pêkhatên xwe, weke: hevt cûreyên gazan, mîtan, îtan, kibrît, kerbon esîd û h.d. dema ev gaz têne şewitandin, tevlî bayê dibin, û li hawîr dora xwe belav dibin, dibin egera gelek nexweşiyan, weke nexweşiyên: Penceşêr, rawestandina mejî, bêhintengî(rebû) û nexweşiyên dil, û ya herî giran ewe pîskirina jîngehê li pey xwe zêdebûna pileyên germahiya cihanê.
Derxistin û weberhênana petrolê
Kompaniyên biyanî, paşê yên dewleta sûrî, tu guhdan nedan tunderistiya welat û nişteciyan, li gorî yasayên navdewletî, dema derxistina petrolê û gazê, ji bin erdê û weberhênanê, li herêmên kurdan, ku çavkaniyên petrolê li deverê kurdan bûn, paşê li herêma Dêrazorê, hatin dîtin, bîrên petrolê têne kolan, ew petrol û gaz, li dora bîrê belav dibe, ax û ba pîs dibin, li cem her bîrekê, goleke petrolê tê bi cihkirin, û dimîne vekirê, paşê petrol di lûlan re dighe wîstgehê, lê bi wext re, ew lûlên petrolê kundibin, dîsa ew petrol di keve nav axê û belav dibe, ew ax û zevî yên çandinê ne, çinku gaz her dem tevlî petrolê ye, nahêle serbest ew petrol di nava lûlan de bi herike, ew gaz tê şewitandin, û hin gazên pîs û xerab li gel xwe tine piştî şewatê.
Çemê mirinê
Dema petrol tê komkirin li wistgehan, gaz sivike bi ser dikeve, heger were şewtandin xerabe, û newe şewtandin, dîsa xerabe tevlî bayê dibe.
Petrol sivike, weke ron e, xwe di hilde ser av û paşmayan.
Paşmayên petrolê, ku av e, kibrît e, xwê ye û h.d,
Ew av û paşmayên genî, di herikin di çemekî de, hemî jîndarên jiyanê dikuje, ajel û giyan, û bêhneke genî belav dike, ew bêhin, gaz û şûnmayên petrolê, bûne egera zêdebûna nexweşiya, bi taybet û di serî de, nexweşiya penceşêrê, di nav xelkên cezîrê de, ku hijmara nexweşên penceşêrê li deverên kurdan di rêjeya herî bilind de ye, li ser asta welatê sûrî, digel hin nexweşîne din, weke bêhintengbûna hinasê, û nexweşiyên dil û xwînê, çendî roj derbas dibin, egera mirina mirovan li cezîrê bilind tir dibe, penceşêr û rawestandina mejî.
Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button