Raport

Komisyona Navdewletî ya Serbixwe ya Lêpirsînê li ser Sûriyê: Hêzên Sûriya Demoqratîk pabendbûna xwe ya ji bo nehiştina leşkerkirina zarokan binpê kir û bû tawaneke şer.

Rapora Komisyona Lêpirsîna Navdewletî ya Serbixwe li ser Sûriyê behsa zincîre binpêkirinên çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat li Kurdistana Sûriyê di sala derbasbûyî de kir, ku navend li ser girtina çalakvan û siyasetmedaran, revandina zarokên temen biçûk û şewitandina navendên partiyan.

Hêjayî gotinê ye ku Komîsyona Navdewletî ya Serbixwe ya Lêpirsînê li ser Komara Erebî ya Sûriyê ji aliyê Encûmena Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî ve di 22ê Tebaxa 2011ê de hat damezrandin ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, û destnîşankirina rastî û rewşên ku dibe ku bigihêjin van binpêkirinan, lêkolîna tawanên hatine kirin û eşkerekirina berpirsên wan, bi mebesta dabînkirina berpirsiyariya berpirsên van binpêkirinan.

Di beşa C de, lêşkerkirina zarokan, ew dibêje:

Xala 125 – Hate ragihandin ku zarok bi asteke zêde li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tên leşkerkirin, tevî plana çalakiyê ya ku bi Neteweyên Yekbûyî re hatiye îmzekirin ji aliyê ciwanên şoreşger ve hatiye erkdarkirin (navê Rêxistina Ciwanên Şoreşger (di behskirina du zarokan : Merav û Simêl. Ji bo zanyariyên zêdetir , wê di dema leşkerkirin û perwerdekirina xwe de hest bi tirsê kir, û piştî serbestberdanê jî xizmên wê da zanîn ku wan ji bo jinûve entegrasyon û rehabîlîtasyona wê ya civakî piştgirîyek têr wernegirtiye, ev yek jî kêşeyên ku ew di rewşên weha de rû bi rû maye nîşan dide.

Raporê di xala 126ê de zêde kir: Di piraniya rewşên belgekirî de, dê û bavên ku daxwaza alîkariyê ji Rêveberiya Xweser an jî ji Hêzên Sûriya Demokratîk dikirin, nikarîbûn zanyariyan derbarê cihê zarokên xwe yên revandî bidest bixin, û hin ji wan tirsa xwe ji heyf.

Derbarê xala 127ê de, ew dibêje: Leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de ji aliyê grûpên çekdar ên nedewletî ve qedexe ye, û leşkerkirina zarokên ji 15 salî biçûktir dibe ku bibe tawaneke şer û Hêzên Sûriya Demokratîk binpêkirina sozên xwe yên ji bo nehiştina leşkerkirina hemû zarokan berdewam kir.

Yekiti Media di vê salê de bi dehan kesên temenbiçûk bibelge kir.

Hêjayî gotinê ye ku rapor behsa binpêkirinên li Serê Kaniyê û Efrînê û êrîşên hewayî yên Tirkiyê li ser santralên elektrîkê dike û eme her berdewam bin li waşanin xwe li hemû binpêkirinan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button