Gotar

Şerê li Dêrezorê ji bo kê ye?

Piştî ku DAIŞ li Baxozê têk çû û HSDê rojhilatê parêzgeha Dêrezorê xist bin kontrola xwe, şaşiyake herî mezin ku QSD’ê kir ew bû ku rojhilatê Firatê jî di bin kontrola QSD’ê de ma.
Lê eşîrên Ereb-Dêîrî ev yek qebûl nekir û di destpêkê de diva ku neçin wan herêmên Ereban, lewma diviyabû ku xwe vekişînin û radestî wan bikin.
Diva rêvebirina herêmê ji xelkê wê re ba.
lê ev yek jî pêk nehat, ev rewş asta nerazîtiya li ser kontrolkirina wan zêde kir û tiştê ku em dikarin jê re bibêjin dijminatiya kurdan bi tevahî û ne li dijî HSDê bi tenê kir. Rejîma Sûriye û Îranê ev yek bi aqilane îstismar kirin, lewma em dikarin vê yekê piştrast bikin
motora li pişt vê opozisyona hozan, rejîm û komên ku Îran piştgirîya wan li piştin .
Eşkere bû ku rejîmê dixwest di navbera Kurd û Ereban de nakokiyên mezin çêbike.
Em hinekî bi paş ve vegerin, piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) bi alîkariya hêzên koalîsyonê rojhilatê çemê Firatê li Dêrezorê kontrol kir û ew herêm xistin bin rêveberiya xweser, gel ev yek red kir.
Ev rewş berdewam kir ta bûyerên beriya salekê, ku şer di navbera hêzên Sûriya demoqratîk de, bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, ji aliyekî ve, û êlên / hozên Erebî-Dêîr, bi serokatiya şêx Ibrahîm El-Hefil, şêx. ji êlên El-Eqîde, bi piştgiriya hêzên rejîma Sûriyê û komên ku Îran piştgiriya wan dike.
Sedema sereke ya vî şerî, li gorî hin serokên eşîrên ereb ên ji wan deveran, ew e ku ew qebûl nakin “rêveberiya kurdî” herêmên wan kontrol bike, tevî ku QSD girêdayîbûna wan bi kurdî red dike û rêveberiya wan jî ne Kurdewarî û eşkere dibêjin: Ti pêwendiya me bi tevgera Kurd û pirsgirêka Kurd re nîne.
Lê ev hincet/ bihane ji aliyê wan eşîran û herwiha ji aliyê gelek aliyên opozîsyona Sûriyê ve nayê qebûlkirin.
Di dawiyê de divê bête gotin ku tu eleqeya kurdan bi van şerên ku li Dêrezorê diqewimin tune ye, tenê keç û xortên kurd fedakariyên pûç dikin û doza kurdî ya dadmend û rewa di nav gelê Sûriyê de ji dest dide an zirarê dike.
Ev şera şerê di navbera Amerîka, Îran/Rejîm û DAIŞ’ê de ye , lê mixabin ku bi destê ciwanên Kurd ku bi xwîna pêk tê.
Ev şer bi wekalet tê meşandin.
Ev şerê ku ji aliyê HSD/PKKê ve tê meşandin li hember pera ye wek ku Serokê berê yê Amerîkayê Trump gotibû:
“Em pereyan didin wan.”
Ev hemû di bin navê “şerê li dijî DAÎŞê” de tê kirin.
Çêtir e ku rêveberî kar û barên kurdan bi awayekî baş birêve bibe, pêwîstiyên rojane ji hemwelatiyên kurd re peyda bike û guhertina demografî li navçeyên kurdî rawestîne û hwd.
Dijmenetîyên bi doza kurd re zêde nebe.

Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button