Niyaz û berjewendî
Di van çend rojên dawî de, li ser mediya civakî, bi taybet ya rojhilata navîn, bi sedên giftugoyan, gengeşe rû didin, sebaret kêşa welatê Sûrî, û li hevhatina herdû dewletên Tirkiya û Sûriya, her şirûvekark, bi rengekî cuda nêrîn û têbîniyên xwe dide xuyakirin, ez jî nêrîn û baweriyên xwe weha didim diyarkirin:
Zemanekî dirêj, dora hezar salên derbas bûyî, welatên Kurdistan û Erebistan, bibûn cihê pêkola hespên Faris û Tirkan, û gorepana şer û cengê di navbera wan herdû Imperatoriyan de, ta cenga cihanê ya yekem (1939-1918) hat, di encamê de, sînor û nexşin nû hatin danîn, li ser destên Ewrupiyan, Tirk û Faris vekişiyan welatê xwe, lê çavên wan her û her li welatên Kurdistan û erebistan bû, ku her yekî ji wan xwe di dîtin xudan û mafdar ku wan welatan dagir bike.
Bi hatina çerxa bîstan re, û pêşketina şoreşa çaksaziyê, û pêdiviyên bi petrol û gazê, li rojhilata navîn, hemî welatên rojhilat û rojava, berên xwe dane rojhilata navîn, golên petrol û gazê, ku di jêrzemîna Erebistan û Kurdistan de peyda dibû, weha nakokî û tevlihevî rûdidan, her layek di bin dirûşim û navekî de, di gel hin bihaneyan, ya dawî bi navê(Buhara erebî) de.
Hemî gelên ku ji berê ve welatên wan di bin destên dagirkeran de bûn, bibûn xudan dewlet û nexş, ji bilî gelê kurd, ku ta vêrojê, ma bê nexş û dewlet, û ma di bin destên neyar û dijminan de, û welatê kurdan hate parçe û parvekirin, di encama peyman û girêbestan, di navbera Ewrupîyan û dagirkerên kurdan de, û ev şer û pisgirêkên ku ta vê rojê rû didin, encamên wan girêbesta ne.
Îro, hersê dewletên bi navê Iraq, Sûrî û Libnan, bi nav dewletin, lê ew jî hatin dagirkirin û her yek ji wan çend parçe ne, di bin desthilatiya milîsan de, ku ew milîs jî alavin ji dewletên xudan hêz re.
Pendeke kurdan heye, di bêje: şerê çûkan, li ser garisê mema ye, çinku kurd û samanên welatê xwe, bênderin, bê xweyî ne, dewleta Tirkan bêyî petrol û gaz e, dive diziyê bike, tevlihevî û nakokiyan peyda bike, da welatê xwe bi rêve bibe, bi dek û fêlan, lewra çavên Tirkan, li petrol, gaz û ava Kurdistan e.armancên xwe bi destên milîsên xwe pêk tine, weke girûpên misilmanan û h.d, û bi alîkariya hin dewletên kendavê.
Îro, şerê bin masê, giftugo, di navbera bazirgan û dewletên wan de pêktên, li ser lûlên gaza îran, Qeter, Misir û Urus û hin dewletên kendava erebî de, wê di kîjan erd û welatan re derbas bibin, û bandor li ser gaza Urusan çiye? Rola Israîl û Emerîkan û para wan çend e?
Rola Tirkan û palpiştên wan yên hevpeymana Nato û hin dewletên kendava erebî ku xwe dibînin misilmanên sine rêol.
Îran û hevalbendên wê, di Iraq, sûrî û libnan de, ku şîe rêolin.
Tirk, dek û pîlanên xwe bi rêve dibin, bi alîkariya hevpeymana Nato, lewra hin ji xaka Kurdistan, li Iraq û sûrî, dagirkirin e, ew welatên Rojava ku wan dewleta Tirkan ava kiriye, û ji wan re palpiştin ta vê rojê, û pişta xwe didine gelê kurd.
Weha îro û sibe jî, wê kurd bimînin alav û bê par.
Adilê Evdile