Gotar

Mîdaliya Kurdistan

Ji nîvê yekê ji çerxa hevtan, dagirkerên Ereb ,Tirk û Farisan, berê artêş û leşkerên xwe dane xaka pîroz, xaka kurdistan, landika jiyanê, bêndera xêr û samanan, lê di çi dewr û zemanan de gelê kurd destên xwe di ber xwe re neberdane, û nehiştine bi hesanî pariyên dagerker, êrîşker û talankeran, di gewriya wan de biçe xwar, bi raperîn, şoreş û berxwedanan radibûn, lê hêzên leşkerî, yên wan dagirkeran, ew şoreş û berxwedanên kurdan serkut dikirin, û têkdibirin, nîşan û mîdalî didane çêkirin,û bi singên leşker û efserên xweve, dida laqandin, li gel dana pereyan jî.
Ji destpêka dewleta osmanî de, bi vî karî radibû, dema sultan Mehmûd ê diwem ( 1808-1839) ku debû berxwe, têkbirina mirnişînên kurdan, ku mabûn serxwe, ta dema wî de, û mirekên kurdan û hestê netewî yên kurdewarî, têkbibe, û yekser mîr nişîna Botan û mîrê wan ( Bedirxan) ji xwe re kiribû nîşan û ermanc, çinkû ( Bedirxan Beg) di sala (1812) de bibû mîrê Botan, û nav û deng û dademendiya wî li hemî rûberê kurdistan belav bibû, û sultan dîdît, ku heger ( Bedirxan) bimîne bihêz û serkeftî, wê kurdistan bibe serbixwe, çinku( Bedirxan) xwe û welatê xwe amade dikirin, ji serxwebûnê re, û sultan gelekî nîgeraran bû, ji kar û barên ( Bedirxan Beg) û hezkirina miletê kurd jêre.
Piştî sultan Ebdulmecîd ( 1839-1861) li ser textê dewleta osmanî rûnişt, yek ser, dabû pêşiya xwe têk birina mîrnişîna Botan, ku ew piroje, ya sultanê pêşiyawî Mehmûd ê diwem bû, bi bihaneya ku Bedirxan Beg erîş berdane filhên Nestorî, û serêşî ji dewleta sultan re çêkirine, lê sedemên rast ew bûna ku Bedirxan beg, rûberekî fereh ji xaka kurdistan rizgarkiribû, di navbera gola Ormiyê û gola Wanê ta Amed, Wêranşehir, swêrek, Rewandiz û şingal, û ya diwem ew bû ku dewletên Inglîz feransizan û Emerîkanan, daxwaz ji sultan dikirin ku mîrnişna Bedirxan Beg hilweşîne, çinku dijminatiya filehan kiriye.
Dewleta osmanî artêşeke giran bi serperiştiya ( Hqfiz paşa) ajote ser warê Bedirxan Beg, lê ew artêş têkçû, û bi ser neket, artêşa, didiwan ya ku sultan rêkirbû ser welatê Bedirxan bi ser periştiya( Osman paşa) bû, leşkerekî giran û pirrbû, ji Bexda, Mûsil, Amed, û Erzeromê bû, lê sed mixabin, pismamê Bedirxan Beg, Yezdan şêr, tevlî hoz û leşkerên Botan yên ku pêrebûn, xwe dane aliyê Tirkan, û xinzî li mirê Botan kir, artêşa tirkan derbasî Cizîra Botan, paytexta Bedirxan kir, lewra şoreş şikest û têkçû, di sala / 1848/ ande, şer û berxwedana Bedirxan çar salan kişand, bi palpişta /25/ hezar leşker, û alîkariya dewletên Ewrupa û Emerîka.
Piştî têkçûna mîrnişana kurdên Botan bi serper ştiya Mîr Bedirxan Beg, dewleta Osmanî nîşanek / mîdaliyek/ çêkir, bi navê midaliya kurdistan, ew mîdali xelekik ji zêr û ziv û hin kevirên buha hatibû çêkirin, ya yekem bi singa( Osman Nûrîpaşa) ve hatibû daleqandin, ew serokê wê artêşa tirkan bû, ku şer birêve dibir, û kurd serkut dikirin.
Çar nimûne ji wê mîdaliyê hatin çêkirin, li ser aliyekî imza sultan bû, li ser riwê din zincîrek çiyayên bilind bi navê kurdistan û dîroka / 1263/ koçî bû.
Nimûneya didiwan bi singên hin paşa, serok hêzên leşker, û waliyên ku di şer de beşdarbûn, mîna waliyên Xerbot, Sêwas û Erzerom ve hatibû danîn nimûneya sisiyan, bi singên mezinên leşker û efseran ve hatibû danîn.
Nimûneya çaran ji zîv hati bû çêkirin, hatibû daleqandin: bi singa efserên leşkerî, yên pilên nizim.
Adilê evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button