Ezezîn
Şiyar Silêman
Ser dareke pirbilind
Hebû bazek pozbilind
Bi çavên xwe pir xurt bû
Niklê wî xwar û sirt bû
Pir xurt in penc û neynûk
Lawir li ber wek pepûk
Dilê wî wek kevir bû
Melkemotê lawir bû
Xwarna wî goştê wan bû
Bi ravê pêlewan bû
Rojkê mêbazek hat ba
Ji asîman ji nav ba
Pir bi hevdû kêfxweş bûn
Dilên wan bi hev geş bûn
Jiyan li wan bû buhişt
Nema xema wan yektişt
Ne birçîbûn ne tîbûn
Bo her tiştî xwedî bûn
Hêlînek xwe çêkirin
Hêkên xwe tê de kirin
Çend roj li wê navê çûn
Çêlîkên wan jî çêbûn
Dibên rojkê ji rojan
Rovîk bo wan bû cîran
Dêlerovî bêkes bû
Perîşan û avis bû
Kunca xwe kola û za
Piştî derd û mereza
Çêlîkên wê bibûn heft
Xwedî dˈkirin bˈkefteleft
Bi keşkûlî û xizanî
Xwarina wan dianî
Demin li wan buhirtin
Ew jî bˈser lingan ketin
Jˈtirsa diz û xwînxwara
Dê kunca wan didara
Dema’j cem wan derdiket
Li baz dikir delamet
Da çavê wî li wan be
Dijî derd û bela be
Bazê bêdîn û ayîn
Daxwazên wê bˈcih anîn
Ku birçîba bê zirar
Yek tekî tenê dixwar
Çendî dibû kazekaz
Bazî pê dikir tinaz
Çêlîk pê têr dikirin
Hindik mabû bifirin
Dêlerovî ved’gerya
Agir di dil digerya
Rondik ji çav dibarîn
Bilind bû ah û zarîn
Di wê çax û demê de
Nêçîrvanek hat wêde
Kîvroşkek nêçîr kirbû
Goştê wê lˈagir kirbû
Baz wê rojê birçî bû
Hişê wî ne lˈserî bû
Li asîman difirya
Li nêçîrê digerya
Ji nişkave û bixarê
Bi êrîş hate xwarê
Nêçîr ji ser agir bir
Tevlî pîzotek agir
Bav agir bi tilîka
Bir hêlîna çêlîka
Agir bi hêlînê ket
Mij û dûman bi ser ket
Ew çêlîkên nûhatî
Bi agir bûn biraştî
Bazî çû , hat û firî
Lê tişt bi dest negerî
Rovî di wir re bûrî
Dilkul li bazî nerî
Berê xwe bi wî ve kir
Gotna ji dil jê re kir
Ev e dawya xwînxwaran
Bazokê serê daran
Tu bˈkuştinê hunermend
Setem te kir çend û çend
Bêmehderî , xwînxwarî
Zarokên te bûn arî
Te bˈsaxî yên min xwarin
Biraştî yên te d’barin
Keysebazî û ezezîn
Mirov dikin şêt û dîn
Yê ku bêje ez û ez
Para wî ev e, tekez
şiyar Silêman