Gotar

UNESCO û Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê

Bêguman ziman alava sereke ye ya ku mirov kare pê raman û hestên xwe ji civakê re diyar bike, çi bi axaftinê be an bi nivîsê be an jî bi awayên din ên derbirînê be.
Civak û dewletan girngiya ziman nas kirine, lewra hemû netew giringiyek taybet didin zimanê xwe yê dayikê û guhdanek mezin pê dikin, her dem wî diparêzin û pêş dixin û bi pêşveçûna zanist û babetên jiyanê re diguncînin.
Ji ber vê giringiyê Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerde û Zanist û Çandê UNESCO, roja 21ê sibatê ji her salê wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê destnîşan kiriye, ji bo nirxdana zimanê dayikê û ronîkirina rola wî di veguhestina çand û zanînê de, û tekezkirina li ser mukumkirina perwerdeya bi bêhtir ji zimanekî li ser bingeha zimanê dayikê, bi armanca avakirina civakên mirovî yên xwedan çandên cuda û hemaheng ên pêkvejiyanê diparêzin.
UNESCO roja 21ê sibatê bi taybetî destnîşan kir ji ber ku bûyerek balkêş a têkildarî zimanê dayikê di vê rojê de heye, ew jî berxwedana xwendekarên Bangladêşî di ber zimanê xwe yê Bangalî de ye, yê ku ji aliyê desthilata Pakistanê ve dihat çewisandin, ji ber ku wê desthilatê dixwest zimanê xwe yê Urdoyî li ser wan û tevaya nijadên li Pakistanê dijîn bisepîne.
Berevaniya Bangaliyan di ber zimanê xwe de, di sala 1948an de dest pê kir, dema damezrênerê Komara Pakistanê M.Cinah ragihand ku zimanê Urdoyî take-zimanê niştmanî yê Pakistanê ye, û divê ew ziman bi tenê di danûstandina di nav gelên wî welatî de wek zimanê hevbeş bikar were.
Ji encama vê biryara dijî wekheviya mirovan, xwendekarên Bangalî yên ku welatê wan Bangladêş beşek ji Pakistanê bû, di 21ê sibata sala 1952an de dijî vê biryarê serî hildan û xwepêşandan li dar xistin. Di xwepêşandanan de polîsên Pakistanê gulebaran dijî wan bikar anî, di encamê de pênc xwendekarên Bangalî li pêşiya kolîja pizîşkî li bajarê Dekka canê xwe ji dest dan.
Piştî wê bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê li tevaya herêmên ku gelê Bangalî lê dijî vegirtin, û desthilata Pakistanê neçar ma ku danpêdanê bi zimanê Bangalî wek zimanê danûstandinê li Pakistanê bi heman yasayîbûna zimanê Urdoyî bike.
Paşre di sala 1999 de, dewleta Bangladeş, piştî serxwebûna xwe, wek wefadariyê bi giyanê wan pakrewanan re, pêşniyazek ji UNESCO re di kongirê wê yê giştî de pêşkêş kir, tê de xwest ku roja 21ê sibatê wek “Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê” were ragihandin. Ev pêşinyaz di wî kongirî de bû biryar, û ji 21ê sibata sala 2000î de ta niha aheng li seranserê cîhanê ji bo giringîdan û bilindnirxandina zimanê dayikê yê her neteweyekî li dar dikevin.
Van rojan em nêzî salvegera vê helkeftê ne, gerek e gelê kurd li seranserê cîhanê giringiyek taybet bide vê rojê, ji ber ku mirovahî gihiştiye çerxê 21emîn, û hîn jî rewşa zimanê kurdî ji rewşa yê Bangalî yê wê serdemê dijwartir e, û piraniya kurdan derdê danûstandina bi zimanê xwe yê dayikê dikişînin.
Ji bo ahenga vê rojê, pêdiviya gelê kurd bi lidarxistina çalakî û karên berfireh û guhdana mezin bi hînkirina zimanê dayikê heye, bi taybetî ji nifşê nû yê zarokên kurdan re, çi li kurdistanê be an li diyasporayê be, çi bi awayekî fîzîkî be an bi sûdewergirtina ji pêşketina teknîk û enternêtê be, û ev guhdan herdem berdewam bike, da kurd jî bibin beşek ji programê UNESCO yê geşepêdana berdewam a civakên cîhanê ta sala 2030, li gor perwerdeya pirzimanî li ser bingeha zimanê dayikê.

Şiyar Silêman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button