Çalakiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd bi boneya 119 saliya ji dayîkbûna Barzaniyê nemir
Bi boneya 119 saliya ji dayîkbûna Mela Mistefa Barzanî yê Nemir, li çend bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê digel çalakiyên bi vî rengî li Herêma Kurdistana Iraqê, gelek çalakî hatin lidarxistin.
Encûmenên xwecihî yên bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li “Qamişlo, Terbespiyê, Amûdê û Hesekê û Til Temir ” ev helkeft bi çalakiyên cûrbicûr vejandin.
Li bajarê Hesekê, endamên Encûmena Xwecihî ya Rojava li gundê Efendî û li pêşiya ofîsa encumenê dar çandin.
Herwiha li bajarê Tirbespiyê dar li goristanên pakrewanên Pêşmergeyên Roj li her du gundên Kirdêm û Dêrûna Qelinka çandin, û li bajarokê Çilaxa jî endamên encûmena pakrewan Nesredîn Berhik dar li baxa ofîsa encûmenê çandin,û serokê encûmenê gotarek pêşkêş kir û tê de behsa dîrok û tekoşîna Barzaniyê nemir kir.
Herwiha li bajarên Amûdê, Qamişlo û Til Temerê û li kampa Giwêlan a penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê, semînar hatin lidarxistin ku li ser jiyana rehmetî û rola wî ya berbiçav di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de .
Hêjayî gotinê ku Mela Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1904ê de ji dayik bû, û di 1ê adara 1979ê de li Waşîntonê koça dawî kir.