NûçeslideUncategorized
QSD êrîşa li ser nivîsgeha PDKS ziyanê dighîne Rêvberiyê û ew kes wê bên siza kirin
Yekiti Media
Roja Yekşemê 15-8-2020 Ciwanên Şoreşger yên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD êrîşî nivîsgeha partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDKS kirin.
Di wê êrîşê de Ciwanênşoreşger siloganên partiya Karkirê Kurdistanê PKK li ser dergehê nivîsgeha nivîsandin û destdirêjî li Ala gelê Kurdistanê û logaya partiyê kirin.
Derbarê wê kiriyarê berpirsê ragihandnê di Hêzên Sûriya Dîmuqrta QSD Mistefa Balê di daxuiyaniyekê de di riya alavên ragihandinê êrîşa li ser nivîsgeha PDKS şermezarkir û got ev êrîş ziyanê dighîne Rêveberiya Xweser û kesên bi vê kiryarê rabûne wê bên siza kirin .
Di heman şevê de hêzên Esayişê ew silogan ji ser dîwarê nivîsgeha PDKS rakirin û her tişt weke berê vegerandin.