NûçeRaportslideUncategorized
Rêxistina Kobanî ya Yekîtî Kurdistanî Mistefa Bekir xelat kir
Yekiti Media
Rêxistina Kobanê ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya roja Şemiyê 18-7-2020 di ahengekê de li nivîsgeha rêxistinê serkirdeyê partiyê Mistefa Bekir ( bavê Birûsk) xelat kir.
Di ahengê de welatiyên Kobanê li gel nûnerên rêxistinên siyasî û yên civaka sivîl bavê Birûsk hate xelat kirin.
Endamên komîta siyasî yê partiya Yekîtî Dîmuqratî Kurdî li Sûriyê Muslim Şêx Hesen li ser jiyana bavê Birûsk axivî û giringtirîn qonax anî ziman.
Gotina Rêxistina Kobanê ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya ji hêla Fadiya Şêxê hat pêşkêş kirin û tê de xebat û tekoşeriya bavê Birûsk hate diyar kirin.
Di dawiya ahengê de Mistefa Bekir (bavê Birûsk) sipasiya hemû kesên beşdar kir û bi taybet hevalên partiya Yekîtî.