Break newsRaportslide
Çalakvanan dest bi hilmetekê ji bo serbest berdana Fesla Yûsif kirin
Yekîtî Media 15/5/2017
Girûpekê ji çalakvanên siyasî û rojnamevanî dest bi hilmetekê li ser tora pêwendiyên civakî ‘ Fêsbûk’ kirin, ji bo piştgiriya cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif, ku ji sêşema borî ve di zindanên asayişa PYD de girtî ye.
Çalakvan Ava Hesen ji Yekîtî Media re ragihand ku wan dest bi vê hilmetê kiriye ji bo piştgiriya Fesla Yûsif û doza serbest berdana wê ji zindanên PYD ku tim siloganên azadiya jinê bilind dikin.