
ZIMANÊ ZAROKAN
Her kesek li kuderê ji dayîka xwe bi dunyayê keve mêjê wî/wê vala ye weko her alavên tê bikar
anîn . Nimûne telefon /bihîstok – komputer ……. her wiha .
Kes weko tê zanîn û naskirye jîndarekî herî li pêşe di nav jîndarên din de . Cihê girîngiyê ye û
berdewamiyê ye . sistema pêşwaziya kes wî/wê were kirin ji ber go her tişt di riya kesan û
jîndaran re tê avakirin . Ji ber vê yekê divê em girîngiyê bidin zarokan gorî bercewendiya
dunyayê û gelê me .
Zarok di temenê xwiyî ji berî salekê ta çar salên xwe di rewşeke girîng ra derbas dibe . Axaftina
serrat yê go mirovên mezin bi hevra di axvin bi wan zehmete ji ber go nu fêrî dan û standinê û
axaftinê dibin . Di van salên destpêkî de ZAROK fêrî peyvên devkî dibin . Li gorî temenê wan
peyvên sivik bi wan re tên der .
Ev mijara li ser xebitandina fêrbûnê ye lê ne hêsane, dijware û bi girêke zarok fêrî axaftinên
devkî û rêzman dibin .
Bavê zimanzaniyê Noam Chomsky tekez dike û dibêje tu kes nikare fêrbûna ziman li cem zarokan
qedexe bike di pirtûka xweda bi navê zincîrên zimanê mirov sal 1994 .
Zarok bi xwe fêrî zimanê dayikê dibe û lêkolîner dibêjin li ser fêrbûna rêzimanên zimanên zarokan fêrbûna zarokan ne embareke û ezberkirina hemo bêjeyan û hevokan ne û tu ferheng hiş
mezin jî nikare peyv û hevokên bedew di xweda hilgire .
Zaroktî bi xwe pêşdikeve û tu kesî em fêrî peyvên hevokan û komikên demên lêkeran û
yekejimarê û gelejimarê nekirine .
Mirov matmayî dimîne çawa ev ziman bi rêve diçe û ta niha hatiye parastin tevî rewşên meyî
gelek xerap û dijwar di ser gelê mera derbas bûne .
Zarok ji bûndina xwe de heya fêrbûna zimanê xwe di gelek astan re derbas dibe heta bighe bi
dest xistina zimanê dê û bavan .
Tu zarok di zikê dayiyka xweda fêrî ziman nebûye û nejî jî xew şiyar bûye fêrî ziman bûye lê
fêrbûna zarokan di bin bandora civakê û derdora xwe de hêştiye .
Li gorî lêkolîner tiyoriya UG ya Noam Chomsky tekez dike zarok di astên dirêj yan kin ra derbas
dibin ka ev ast çine .
1 –Asta vîx vîxandin: di şeş mehên xuyî pêşîda dest biderxistina dengan û vîx vîxan dike girî gixik
hêdî hêdî zarok zanyarî li cem çêdibin . Mirovan li dor xwe nasdike û dixaze peyamên xwe bişîne
bi giriyê xwe gava çêdibe yan xwe pîsdike yan laşê xwe wî/wê di êşe yan hilgirtinê dixaze yan jî rakeve .
2-Asta yek peyvî : piştî salekê ji temenê zarok li gor jîrbûn û zîrekbûna xwe dest bi karanîna
dengan bi eynî tişt radikin û bi zanyariyên xwe fêrbûna dengan bi wateyê ve radikin . Di vê demê
de dest bi pêşketina xuyî yekem bi lêkera yekpeyî û yekhevok , lê yek peyv li şûna yek hevok digre
ji ber hêsaniya peyama xwe birêdide têde hizir û raman heye weke xarin û vexarin û hest .
3- Asta du peyv : piştî du salan dest bi dengkirina du peyvî dike gor xweza û cihê zarokan kanin
hevoka du peyvî bike Ez xar min xar Anê çû wiha dibêjin .
4- Asta xwendina peyaman : Di vê astê de zarok zanyarî li cem çêdibin sê çar salên xwe bi peyvekê
yan du peyvan tevgera zarokan têrnabe daxazî sê çar pênc û jê pirtir û dirêjtir dest pêdike , lê
dimîne gelek kême û hin peyvên bi çûk wek / daçek – Qertaf –lêkera bûnê / û hêdî hêdî tevlî fêrî
ziman dibin û şaştî bi wan re kêmdibin .
Hin pêşinyaz di mîkenizma derûnî da dibînin fêrbûna ziman bandora xwe li ser reftar û rewişt de
nema wek dibistana sîkoloî sal 1950 .
Şêweyên fêrbûna zarok ziman pêk tînin :
1-zarok di rewşa têvel de dikanin fêrî ziman bi gîştî bibin /min revî – Ez revîm / .
2-zarok gava di axive şaş dibe lê ew pênahese .
3-zarok di temenê xwede nikare bi demê re bixebite gava hevokekê dibîse nikare bi sade tirîn şêwe hevokek din çêke .
4-zarok di jîngeh û derdora xwe de fêrî ziman dibin ji ber ku mezin bi wan re dan û standinê
dikin . Bi xwe dihesin ko ji peyvên biçûk derbasî peyvên sade û hêsan yên pîroz dibin .
Ezê pêşinyarekê li ser vê mjarê bidim ji mirovan tê xastin hemî hêz û balkêşiyên xwe li ser
zarokên nu bê dagirtin ta tiştê tê xastin bi cî were . bi wateyek din hemî hêz û baweriya me divê
di xizmeta pêşketina zarokan de be .
Zarok piştî fêrî peyvên taybet dibe derbasî dibistana zêrîn dibe û dikeve nav tevgera xwendinê û
hêdî hêdî ji nav malbata xuyî taybet derbasî civaka ferh û refên dibistanê dibe .
zimanê zarokan ne tenê dan û standine ji bo têkîliyan , lê avakirina pêşketina mêjiyê zarok di
hundir civatê de . Ji me tê xustin pêşketinek xort di navbera xudiyan / dê û bav / û xweza de
çêbibe û girînge em nasbikin , Qonaqên pêşketina bandorên li hember zarokan û jiyana nifşin nu .
Armanca me li vê derê rêzkirina wan peyvan e ku di axiftina di navbera mezin û zarokan de tên
bikaranîn û zarok wan ji mezinan hîn dibin û nifş bi nifş ew kêm-zêde wek xwe dimînine .
Merema vê ferhengokê ne ew e ku wan peyvan rêz bike ku yek yan hin zarok ”şaş” dibêjin .
Peyv ji agahîderên (informant) ji çendîn deverên cuda hatine komkirin. Piraniya agahîderan
kurmancî axiv bûne lê hin jî soranî ne .
Eger tîpa (S) li dûv peyvê hebe, ew bi soraniye lê ne bi kurmancî ye. Eger (S) li pey peyvê tine be, ew
tenê bi kurmancî ye yan jî kurmancî û soranî ye .
Em ê ferhengoka peyvên zimanê zarokan belav bikin .
bive germ e, (dikare bişewitîne, dikare bisoje)/ herêma kurdaxê / .
çeç (tet) dest, lep, mist, kulm / herêma kurdaxê /
çiç, çiço şîrê dayikê, bersînga dayikê / herêma kurdaxê /
çiz mîz: mîzkirin / herêma kurdaxê /
çûçe, çûçî rûniştin: çûçî ke rune/ herêma kurdaxê /
Eçê, eçî lêdan: eçê ke , lê bix /herêma kurdaxê /
Ehê [eḧê] gû: ehê kirin , gû kirin / herêma kurdaxê /
Ewe di êşe, têşe, êş dike
Gixk ken, kenîn /herêma kurdaxê /
Peh xilas, nema / kurdaxê /
Hilo rabe
Hêz hembêz, koş
Hop, hopelês xwehilavêtin, / kurdaxê /
Inê tirimpêl, otomobîl, erebe,
Jîjî goşt
kaka şîrînahî
keke, keko bira, birayê mezin / kurdaxê /
kekir şekir
kix e, kixe pîs e (nexwe, ji devê xwe biavêje)
lalê 1) girar, pîlav, birinc
lola xew: lola ke binive, raze, rakeve
lolo mîz
Mem, meme vexwarin, şîr, av / kurdaxê /
Mi’ek mî, mih, berx / kurdaxê /
Nîna, nînî dans, reqs, govend, dîlan, dawet: nîna ke bireqise,
Maç, ramûsan / kurdaxê /
pape pêlav, sol,
papo pêlav, sol
pito, pizo kurikên biçûk
pitê keçikên biçûk
poç por, pirç, mûyên serî
Qaqa hêk
Seke, se ke bisekine, raweste
soşo, şoşok ker (dewar)
îbrahîm Ehmed bilbilê
______


