Gotar

Zayin

Dibe ku cara yekê bû, di dîrokê de , gelê kurd karîbû ji xwere dest hilatekê , dewletekê, imperatoriyekê avabike, di sala / 612 / B,z, ew jî impratoriya medan bû, ku gelê kurd, destê xwe danîbû ser xaka welatê xwe, ji çiyayê zegros li rojhilat, ta derya spi, ji hêla rojava ve, û ji Qefqasiya ji bakurve, ta beşek ji sûrîya û Iraqa ku îro tête naskirin ji hêla başûrve.
Derfeteke din di sala /1945/an de hat, dema cenga cihanê , ya didiwan, kurdên rojhilat, komara Mehabad, ragihandin, lê mixabin, piştî /11/mehan dijminan rûxand.
Tu derfetên din ji kurdan re nehatin ,ta şerê kendevê derket di salên / 1980 – 1988 / an ,di nav bera herdû dewletên Iran û Iraqê de , cara sisiyan bû, ku derfeteke zêrîn ji kurdên başûrê Kurdistan re hat , û ew jî amadebûn ,ku ji xwe re bingeheke aramî û kurdewar, ava bikin, û têde bi cih bibin.
Tiştê herî baş ew bû, ku gelê kurd welatê xwe berneda û ma li ser xaka welatê xwe, bi ser ku hezarên , cengan û bûbelatan, bi ser wande hatin , tevlî qirkirinê , kuçkirinê, birçikirin û talan kirinê , her û her, kurd li hêviya derfetan bûn , da serî hildin, û dijmin û dagir keran ji welatê xwe derînin , lê mixabin bi ser nediketin , çinku ew regezên ku destên xwe, danîbûn , ser Kurdistan û nexşe ji wan re hatibûn danîn, ji hevre palpişt bûn , û girê bestên taybet ,bi pirsa kurdan, bi hev re girê da bûn.
Xuyaye derfet û delive, ji gelê kurd re nayên, bêyî ku tevlî hevî û şer derkevin ,lewra di îro de, di vê dema ku em têde dijîn, piştî vî şerê CIhû û Ereban dest pêkir, di sala /2023/ yan de, û hîna ber dewame , wê careke dein nexşe bêne danîn, sînorên hin welatan bêne guhertin, çinku beşek ji vî şerî, li ser xaka kurdistane , û gelê kurd, di nav deye, Tirk, Ereb û Faris, bivin yan nevin,
Ketine nav şer de , ew peyman û girebestên ku bi hev re danîbûn, sebaret dijminatiya gelê kurd, hemî herivîn, ew dîwar hatin rûxandin, îro derfeteke zêrîn dîsa ji kurdan re hatiye, ku destê xwe deynin, ser beşekî ji xaka welatê xwe, heger amadebin, û bi hev re, rast û dirustbin.
Îro dek û pîlanên dijminê kurdan, hemî têkdiçin, dost û palpiştên gelê kurd, ji hemî wextan bêhtir amadene, ku bibin alîkar ji gelê kurd re, dema kurd leystikvanin çelengbin, ew destkeftên ku di şer û cengan de, bi dest xweve anîne, ew xwîna pîroz û buha ku hatiye dayin, ew cangoriyên bê hijmar ku gorî Kurdistan bibûn, wê beyhûde neçin, heger em li ser masayên aşîtiyê çalakbin.
Adilê Evdille.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button