Break newsNûçeslide

zarokekî sê salî li kampa Barîka li Herêma Kurdistanê winda bû

Yekîtî Media
Zarokekî 3 salî ku ji xelkê Kobanî ye, ev 3 roj in li kampa Barîke ya Silêmaniyê wenda bûye û heta niha tu xeber ji wî nehatiye hildan.
Zarokê bi navê Mistefa Elî Ebdî ku temenê wî 3 salin, roja Pênşema 29ê Adarê ve li kampa Barîke ya koçberan li parêzgeha Silêmaniyê bûye, û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Bavê zorokê winda Elî Ebdî polîs, asayîş û îdareya kampê agahdare kirine, lê heta niha jî wî tiştek derbarê kurê xwe de nebihîstiye.
Koçberên kampê jî gotin ew amadene pere bidin herkesê ku Mistefa Elî Ebdî bibîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button