Break newsNûçeslide

Zalmay Xelîlzad: Piştî DAIŞê Amerîka piştgiriya PYD nake

Yekîtî Media 5/9/2017

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad ragihand ku di pirsa PYD-YPGê û Rojavayê Kurdistanê de, nakokî di navbera Tirkiye û Amerîka de hene û got: “Dema gefa DAIŞê xilas bibe, wê mijara PYDê jî çareser bibe. Nakokî û cudahiyên Tirkiyê û Amerîka ne stratejîk in û li ser mijarên taktîkî ne.

Xelîlzad her weha got:  Hinek caran ji bo gihiştina armancên lezgîn, hûn dikarin li gel hinek grûpan kar bikin, lê di rewşên normal de dibe ku qet li gel wan grûpan kar jî nekin.

Derbarê avakrina dewleteke cuda de li Rojavayê Kurdistanê Xelîlzad got, ew bawer nake di 15-20 salên pêş de li bakurê Sûriyê Kurdistan were damezrandin. Ji ber ku herêmên wan ji hev qut in.

Xelîlzad diyar kir ku piştî DAIŞ Amerîka piştgiriya PYD nake, ji ber ku piştgiriya Amerîka ji PYD re tenê ji bo şerê li dijî Daişê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button