NûçeslideUncategorized

YPG Minbic radestî artêşa rêjîma Sûrî kir

Yekiti Media

Artêşa rêjîma Sûriyê ragihand ku ew derbasî bajarê Minbic bûn û ala rêjîma li ser bajar hate bilind piştî wergirtina wê ji Yekîneyên Parastina Gel YPG.

Fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG Ji aliyê xwe ve daxuyaniyek belav kiribû tê de bang li artêşa rêjîma dikir ku bajarê Minbic ji wan wergirin.

Di heman daxuyaniyê de hat ji ber gefên Tirkiyê li ser Minbicê û da ku rewşa Cerablis û Izaz û Efrînê dûbare ne be em ji bajarê Minbicê vedikşin û bang li Artîşa Sûriyê dikin da ku derbasî Minbicê bibe .

Tê zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel YPG di sala 2016 destdanîn ser bajarê Minbicê piştî têkçûna rêxistina DAIŞ.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button