Break newsNûçeslide

YPG: Em pabendî biryarên danûstandinên Astanayê nabin

Yekîtî Media 24/1/2017

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ye ragihand, biryarên civîna Astanayê ji bo aliyên ku tê de beşdar in, YPGê pabendî biryarên civîna Astanayê nabe.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya YPGê Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de helwesta xwe ji civîna ku li Asatanayê ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de birêve diçe bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, aşkere kir.

Di daxuyaniya YPGê de hat: “Civînên li Astanayê di navbera rêjîm û opozîsyona çekdar de û di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de birêv diçe, em wek YPGê dibînin ku ew alî bixwe beşek in ji pirsgirêkê ne, ti rêyên çareseriyê di destê wan de tune ye.”

YPGê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em wek YPGê ku em di vê danûstandinê de ne beşdar in, tekez dikin ku em pabendî ti biryarên civîna Astanayê nabin. Her biryareke vê civînê tenê aliyên tê de beşdar in lixwe digire.”

Ji doh ve, bi beşdariya aliyên opozisyona çekdar û rêjîma Sûriyê û bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê civîna Astanayê ya derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dest pê kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button