NûçeslideUncategorized

Yonîsîv raporekê derbarê birîna Avê ji hêla Tirkiyê belav dike

Yekiti Media

Derbarê birîna Avê ji hêla hêzên çekdar yen bi ser rikberiya Sûrî ve û artêşa Tirkiyê ji ser bajarên Hesekê û bajarokê Tiltemir ji navendî Elok li Serêkaniyê rêxistina Navdewletî Yonîsîv raporek belav kir.

Di raporê de hat ev ne cara yekê ye ku Av tê birîn û ev yek tê weke rêgirîkê li pêşiya hewildanên xebatkariya li dijî belavbûna veyrûsa Korona (covid19).

Di heman raporê de hat ku ji bingehên xebatkariya li dijî Korona şûştina bi Av û sabûnê ye û birîn û nebûna Avê  alîkare di belavbûna vê nexweşiya dijwar de.

Raporê balkişand ku navenda Elok ya Avê navenda serkeye ji bajarê Hesekê bajarokê Tiltemir û kampên Hol û Erîşe ye ku nêzî 46000 kesî tê de neştecî dibe û bi vê birînê ew Avê ji cihin ne paqij pêda dikin.

Yonîsîv di rapora xwe de diyar kir ku rêxistina wan di riya xwe re Avê ji van deveran re pêda dike lê ew pêdakirinê pêdiviyên wan bajar û kampan bi cînake ji ber rêjeya pêdiviyên wan ji karînên rêxistinê mezin tire.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button