Break newsNûçeslide

YNKê Ferhad Sengawî ji endametiyê xist û ew derkir

Yekîtî Media 11/8/2017

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna êvara borî de biryara derkirina parlamenter Ferhad Sengawî ji wê partiyê da.

Polîtburoya YNKê biryarnameyek belav kir, tê de hat, “Mafê çarenivîsî yê referandûm û serxwebûnê, stratejiyeke nayê guhartin ya YNKê ye. Biryarên Encûmena Serkirdayetiya Polîtburo, nexşerê, rêkeftinên YNK .. hemû tekezî li ser vê stratejiya mafê çarenivîsî ya referandûmê dikin. ji ber wê têkdana vê biryarê, li gor peyrewên navxweyî tundtirîn sizaya partîtî li ser e.”

Polîtburoya YNKê dibêje, Ew siyaseta Ferhad Sengawî li dijî bîr û baweriyên YNKê û bernameya wê ne, ji ber wê Polîtburoya YNKê di civîna 9.8.2017an de biryar da parêzbendiya parlementoyê jê bikeve û ji wê partiyê jî derkir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button