Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

YNK dema li darxistina Kongirê xwe destnîşan kir

Yekiti Media

Di civîna roja  Duşemê 29-7-2019 ya partiya  Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK de hat ragihandin ku YNK heta dawiya sala 2019an kongreya xwe li dar dixe.

Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer ji rjnamevanan re eşkere kir ku di civîna îro ya Niv’sgeha Siyasî ya YNKê de biryar hatiye dan ku YNK kongreya xwe heta dawiya sala 2019an li darxe.

Letîf Şêx Umer da zanîn ku wan roja kongreyê diyar nekiriye, lê biryare ku heta dawiya salê kongreya xwe pêk bînin.

 

Rêveberê YNKê diyar kir ku bi lidarxistina kongreyê du armancên YNKê hene yek jê pêdaçûna siyasetê û damezrandina siyaseteke nû û hilbijartina serkidayetiya partiyê .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button