Break newsRaportslide

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya rojên Qamişlo yên çanda Kurdî bi dawî kirin

Yekîtî Media 16/1/2017

Her sê rojên çanda Kurdî li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya hatin lidarxistin bi dawîbûn.

Di roja sêyemîn de ku ji helbestê re hatibû terixandin bi rawestandina xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanan destpêkir,û bi beşdariya van helbestvanan ronî da:

Helbestvan:

Şefîq Îsa-Ehmed Huseynî-Xalid Umer-Mihemed Pîjo- Mihemed Ebdê .

Piştî helbestvanan helbestên xwe ji cemawerê gewr e re xwendin derfet hate dayîn ji mamoste Zibêr Zyenal re ji bo xwendina çend çîvanokan.

Paş re bû derfeta hunerê ku hunermend  Ridwan Ken`no û Felat Kinco û Îmad Darî bi sitran û awazên xweş û delal navend û şevbuhêrik geşkirin.

Di dawî de gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya ji aliyê cîgirê seroka yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif ve hate xwendin û tê de sipasiya cemawer ,rewşenbîr, ragihandin û nivîskarên beşdarî vê çalakiyê bûn kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button