Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Yekîtiya Ewropa pêşniyara “Rawestandina Danûstendinên Endamtiya Tirkiyê” erê kir

Yekîtî Media 6/7/2017

Parlamentoya Ewropayê pêşniyara “Rawestandina Danûstendinên Endamtiya Tirkiyê” erê kir.

Parlamentoya Ewropa îro derbarê pêşniyarnameya rawestandina danûstandinên endamtiya Tirkiyê civiya. Parlamento bi 477 dengan pêşniyarname pejirand.

Rapor ji hêla Katî Pîrî ve hatibû amadekirin û banga rawestandina danûstendinan hatibû kirin. Di raporê de guhertinên destûra Tirkiyê yên bi referanduma 16’ê Nîsanê, dijî pîvanên Kopenhagnê tên dîtin.

Katî Pîrî duh dabû xuyakirin, eger Tirkiyê wan guhertinan cîbicî bike êdî endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa mimkun nîne.

Di raporê de, çalakiyên tund yên PKK, hewldana derbeya serbazî ya 15’ê Tîrmehê jî tên şermezarkirin.

Biryarên Parlamentoya Ewropayê bo welatên Yekîtiya Ewropa wek pêşniyar tên dîtin û Rêvberiya Yekîtiya Ewropa dikare wan biryaran bicîh neke.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button