NûçeslideUncategorized

Yekîtî Kurdistanî – Sûriya  salvegera koça dawî ya Ismaîl Hemê vejand

Yekiti Media

Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya roja Yekşemê 18-8-2019 li gundê Tildîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera Sêyemîn ya koça dawî ya skretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKS nemir Ismaîl Hemê vejand.

Bi amadebûna cemawerekî mezin vejandinê bi kêlîkek bê deng ji cane pakrewanên Kurdistanê re û ji cane Ismaîl Hemê re destpêkir û tê de bi xêr hatin bi hemû beşdaran ve hate dan.

Silêman Oso sekretêrê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Ismaîl Hemê axivî.

Oso di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî û bi taybet beşdariya wî di xwepêşindana li hinber koşka komara Sûriyê di sala 1986 .

Di heman vejandinê de gotinên xwecihiya ENKS li Dirbêsiyê û Yekîtîya Nivîsgarên Kurdistana Sûriyê û ya komîta şêwermendiya partiya Tekîtî gatin pêşkêş kirin.

Di dawiya vejandinê de hemû beşdaran berê xwe dan gora nemir Ismaîl Hemê û ew bi gurzên gula ew gor xemilandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button