Break newsRaport

Yekîtî Kurdistanî pêşwazîya şandek ji hêzên Demokrat

Di roja pêncşemê danê êvarî ,  2ê Berfenbara 2021ê de, sekretêrê Yekîtî M.Silêman Oso û hejmarek ji endamên komîteya siyasî, pêşwazîya şandek ji endamên ofîsa cîbicîkar ya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriya,  li bargeha xwe li bajarê Qamişlo kirin , ku şand ji M.Nesir Îbrahîm, D.Selah Mûrad û M.Menar Osman pêk dihat

Her du layenan bi dirêjî rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa kurdî bi taybetî gotûbêj kirin, ku di serî de mîkanîzma pêşxistin û çaksazkirina encûmenê, û aktîvkirina hemû ofîs û desteyên wê, û lezkirina lidarxistina kongirê wê.

Ji aliyekî din ve, her du alî rawestiyan li ser danûstandinên Kurdî/Kurdî yên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, û astengiyên ku li pêşiya serkeftina vê pêvajoyê ne.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekezî li ser berdewamiya civînên dualî ya ku dikeve xizmeta gelê Kurd .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button