Gotar

Xwîna Çavên Keçeke Kurd û Çîrokên Wê!

Îro, rûyê xweş ê keça me ya delal ne bi hêvî û evînê, lê bi xemgînî û hêsiran tijî bû! Evladên me yên ku bi gelek hêviyan ber bi çiyayên Kurdistanê ve çûbûn, bi dilên şikestî û hêviyên perçekirî, çek û kemberên xwe diavêtin nav kazanê da ku bişewitînin. Di van 41 salan de, li van çiyayan çi qewimî? Çi hat serê keçên me, yên ciwan û evladên me?
Wan barbaran, cesedên wan ên tazî li pişt panzeran girêdan û bi dû xwe de kişandin! Li meydanan, bi awayekî barbarî ew laşên şilfî tazî nîşandan. Çend zemherî, çend berf û aşît û baran, çend felaket dîtin? Ji bo çi çûn wan çiyayan û çima îro (11.07.2025) çek tên şewitandin? Ma çek tên şewitandin, an hêviyên zarokên me?
PKK, xefikeke dewleta Tirk bû, ku li pêşiya paşeroja miletê Kurd hatibû danîn. Her kesê ku ket vê xefikê, an hat kuştin, an seqet ma, an hêviyên wî şikestin, an jî jiyana wî di zindanan de derbas bû. Kesên ku di bin êşkenceyê de man, yên ku di grevên birçîbûnê de hewl dan hêviyê zindî bihêlin û yên ku di qereqolên Tirk de rastî destdirêjiyê hatin, çîrokên wan ên dirêj hene!
Rojekê em ê van çîrokan yek bi yek binivîsin da ku xiyanetê dadgeh bikin.
Her wiha, gundên şewitî, malbatên Parêzvanan yên bi jin û zarokan ve hatin kuştin, gundên valakirî, zeviyên qedexekirî û 12 mîlyon koçberên Kurd, yên ku li metropolên Tirk raserî her cure êrîşan hatin!Ev qurbanên ku ketin destê dezgehên mafyayê û dewleta barbar a Tirk, neçar man karên wan ên biqirêj bikin. Ev koçberên Kurd, ji ber êrîşên nijadperest ên bi piştgiriya dewletê, hatin terorîze kirin. Ev Kurdên sirgûnkirî, car caran bûn qurbanên êrîşên girseyî yên çeteyên barbar ên bi piştgiriya dewletê.
Kurdno, ev 41 salên dawî, bîlançoyek gelekî giran e:Zêdetirî 100 hezar kujtî.Dînamîkên berxwedana Kurd û Kurdistanê a 100 salî, bi destê PKK û dewleta tirk ji holê hatin rakirin.Bi şewitandina gundewarên Kurdistanê re, qadên ziman û çanda Kurdî hatin valakirin û miletê Kurd raserî asîmîlasyonê bû. Bi piştgiriya partiyên legal yên hevkar ên dewletê û Öcalan, asîmîlasyonê lez da. Tirkbûn û “Türkiyelîbûn” li Kurdan hat ferzkirin.Pêşeroja kurdan hat tarîkirin; an rêya çiyê, an zindan, an jî koçberî li wan hat ferzkirin.
Vebijêrka din jî ev bû: “An hûn ê bi me re bixebitin, an jî bi PKK’ê re,” xefika dewletê ûPKKê bû! Di vê pêvajoyê de, bi şewitandina gundan re, mirovên me li derdorên bajaran kom bûn û ji kîna vê yekê, “zarokên şer” derketin holê. Ev zarok di bin bandora JÎTEM, Daîreya Şîddeta Taybet û PKK’ê de mezin bûn. Di salên 1990-1999’an de, ku kuştin, wendakirin û di cîh de înfazkirin wekî karên asayî berfireh meşîya û Kurd hatin terorîze kirin. Di wê demê de, li bajarên Kurdistanê tirs û kîn bi hev re dimeşîyan. Di vê 9 salan de, nêzî 17 hezar Kurd hatin kuştin, wenda kirin û piranîyên wan gorên wan jî nînin.
Di vê demê de, ew zarok, ew ciwanên ku bi polîsan re bi kevir û molotofan şer dikirin derketin holê. Ne dewlet, ne jî PKK nikarîbû van “zarokên şer, zarokên keviravêj” kontrol bikin. Endezyarên stratejîk ên girseyî yên dewleta Tirk ji van zarokan aciz bûn. Dewletê û PKKê bi hev re ji van zarokan re jî xefik vedan: Li bajar û navçeyên Kurdan, yek bi yek xendek hatin kolan. Dewlet û PKK bi hev re li van xendekan çek belav kirin û ev zarok xistin nav “şerê xendekan”. Mal û milkên Kurdan ên li wan navçe û bajaran bi serserê wan de hatin hilweşandin. Piranîyên niştecîhên wan herêman hatin koçberkirin û ew zarok di wan xendekan de bi awayekî hovane hatin kuştin.
Bi rojan em bûn şahidê qêrînên wan ên ji mahzenan, cesedên wan bi rojan li kolanan man, di sarincokan de hatin veşartin da ku bêhnê nekin. Artêşa barbar a Tirk, jinên me yên ciwan û keçên me xistin mahzenan, dest dirêjî wan kirin!
Hevalbendên dewleta tirk yên vê barbarîtiyê, PKK-HDP bû. Bi hev re hewl dan ku van rojan ji bîra Kurdan derxin, wekî ku ev qetlîam çênebûye, wekî ku ew ne sûcdar in. Hemû hêza xwe bikar anîn ku vê barbarîyê bidin jibîrkirin.
Niha, pêvajoyek teslîmiyetê dest pê dike; nav lê dikin. Hinek jê re dibêjin “Tirkiyeya bê teror”, hinek dibêjin “pêvajoya aştiyê” û hinek jî dibêjin “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, bi van navan hewl didin perdeya duyemîn a xapandina miletê Kurd vekin.
Di encamê de, rêya manîpulekirina miletê Kurd bi lez berdewam dike.
“Şewitandina çekan”, dîmenê keçeke Kurd a ciwan ku bi hêsiran çek dişewitîne û manîpûlasyonên Besê Hozat (Hülya Oran), hevseroka KCK’ê, ku bi bêşerm miletê Kurd amade dike ji bo xiyaneteke nû. Abdullah Öcalan, Besê Hozat û hevkarên din; tiştekî ku hûn dibêjin bêqîmet e!
Ji ber ku we rêya xiyanetê hilbijartîye. Doğu Perinçek, Yalçın Küçük, Mihri Belli, Mahir Sayın û yên din, ku bi dehan caran çûne Akademiya Öcalan li Bekayê. Ev hevalên Abdullah Ocalan yên Daîreya Şîddeta Taybet a Tirk in. Yek ji wan, Doğu Perinçek, vê pêvajoya nû, armancên wê û pêşerojê bi du hevokan eşkere dike! Tiştên ku ew dibêje, armancên rastîn ên dewleta Tirk in. Ev e tiştê ku Doğu Perinçek dibêje: “Ew çek ji bo Tirkiyeyê pêwîst in, hemwelatiyên me yên ku çek danîne jî ji bo Tirkiyeya me pêwîst in!” Çima ew kes û ew çek ji bo Tirkiyeyê pêwîst in?
Doğu Perinçek, bersiva vê pirsê jî ew bi xwe dide:“Em ketin pêvajoyeke nû, ku em ê wan çekan wekî hevalên eynî armancê bi hev re wan çekan bikar bînin!”
Erê, “em ketin pêvajoyeke nû ku em ê bi hev re van çekan bikar bînin!”
Wê ev çek bi vî rengî li henber kê û bi kê re bên bikaranîn? Ev axaftina Doğu Perinçek ji aliyê kesekî din ve jî tê pejirandin, ku ew jî hevseroka KCK’ê Besê Hozat e, ku di dema “şewitandina çekan” de “axaftineke dîrokî” kir.
Binêrin bê ka Besê Hozat çi dibêje:“Em naxwazin tenê ji çiyê dakevin. Em dixwazin li Amedê, Enqereyê, Stenbolê bibin pêşengên siyaseta demokratîk.” Niha “pêvajo”ya ku ez jê re dibêjin her tişt zelal e, sibê ku Kurd bi daxwaza dewleteke serbixwe a Kurdistanê derkevin qadan, kî, çawa, bi kîjan çekan û bi kî re dê bibe “parêzvanê Tirkiyeya demokratîk”?
Bersiva vê pirsê jî gelekî zelal xuya dike.
Şeyhmus Ozzengin/12.07.2025

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button