Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê Derve yê Holandayê : Emê piştgiriyê bidin Kurdistanê

Yekîtî Media 15/6/2017

Wezîrê Derve yê Holandê Bert Konders ragihand, armanca wan ew e ku hevkariya li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibin û piştgiriya xwe ya bo Pêşmerge jî zêde bikin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda li gel wî li Ewropayê ne.

Şanda Herêma Kurdistanê îro li gel Wezîrê Derve yê Holandê Bert Konders hatin ba hev.

Piştî hevdîtinê Bert Konders diyar kir, ku ew dê dayîna perwerdeyê bo hêzên Pêşmerge bidomînin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Holandê aşkere kir, ku di civînê de li ser gelek mijaran sekinîne û got: “Armanca me ew e ku di derbarê hin mijaran de em hevkariya xwe pêşve bibin.”

Bert Konders destnîşan kir, ku ji ber serdanê ew kêfxweş in û got:

“Em dizanin li herêmê gelek mirov hene ku ji ber DAIŞê êş û jan kişandine û ji cih û warê xwe bûne. Emê alîkariya mirovî jî bişînin Herêma Kurdistanê ku xwedî li gelek koçberan derketiye.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button